Guttmacher Institute (AGI) bi vîdeoyekê îstatîstîkên kurtaja ne bi ewle weşand û diyar kir ku di encama kurtaja netendurist de 47 hezar jinana jiyana xwe ji dest dane.
Herêmên herî zêde cinayetên kurtajê lê hene Efrîka û Amerîkaya Latîn e. Esntîtuyaê da zanîn ku bi taybet mirinê ji ber kurtajê li welatên ku kurtaj lê hatine qedexekirin pêk tên.
Bi ya Guttmacherê li cîhanê 222 milyon jin naxwazin zarokan bînin. Lê gihiştina derfetên nûjen ên astengkirina ducaniyê zor e.
Li gorî texmînên saziyê, ger bi rêbazên nûjen pêşî li ducaniyê bê girtin, dê hejmara jinên ku dixwazin xwe ji ducaniyê biparêzên dê sala ji sedî 80 kêm bibe û dabikeve 26 milyonan.
Guttmacher bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re xebatan dimeşîne. Li gorî îstatîstîkên vê saziyê rêjeya kurtajta netendurist her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî enstîtuyê, di rêjeya kurtaja netendurist di sala 1995 de ji sedî 44, di 2008 de ji sedî 49 û ji wê rojê heta îro jî ji sedî 29 zêde bûye.