Ji ber ku konteyniran 15 sal ceza jê re tê xwestin

Dilşah Ozgena ku ji bo nimêjê û destnimêjê konteynir danîbû ber gora xwe yê jî di şer de jiyana xwe ji dest daye, 15 sal ceza jê re tê xwestin.

Diya Ferdî Ozgenê ku di sala 1999’an de li Sasonê di şer de jiyana xwe dest daye, endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen ji tê de lêpirsîna li ser 9 kesan bi dawî bû. Dadgeha Tirkan ji ber ku Dilşah Ozgen ji bo nimêj û destnimêje 4 konteynir danî ber gora kurê xwe, xwest Dilşah Ozgen di çarçoveya ‘alîkarî daye rêxistinê’ were darizandin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî kesên ku konteynir firotine, neqil kirine, montaja wê kirine, rayedar û xebatkarên bi navê  E.K., H.K., H.S., Î.E., K.D., M.E., M.C. û Y. N.E bi îddîaya ku ‘alîkarî daye rêxistinê’ û ‘endamên rêxistinê ne’ bi daxwaza ku ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza were dayîn, doz li van kesan vekir.

Rûniştina pêşîn ew ê di 10’ê Tîrmehê de li Amedê were kirin.

2 KURÊN WÊ JIYANA XWE JI DEST DAN, HEVSERÊ WÊ HATE WINDAKIRIN

Dilşah Ozgen a 81 salî, kurê wê Mefaîr Ozgen di sala 1992’an li Stenbolê bi birîndarî hate girtin û bêyî ku narkozê bidinê, ew emeliyat kirin û piştî 3 mehan jiyana xwe ji dest da. Hevserê wê Fîkrî Ozgen di 27’ê Sibata 1997’an de dema ji serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Çankiriyê vedigeriya li Amedê hate windakirin. Kurê wê Ferdî Ozgen jî li Sasona Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest da.