Ji Amed û Cizîrê peyam: Wê berxwedana jinan mezin bibin!

Jin li Amed û Cizîrê hatin ba hev, li dijî şideta mêr-dewletê peyamên berxwedanê dan.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser jinê ya Navneteweyî jinan li Amed û Şirnexê çalakî pêk anîn. Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku ew mîrate û têkoşîna jinên bi destê mêr hatine kuştin dewir digirin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berdewam bikin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’a Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat û gelek rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên bajêr û navçeyan ên amade bûn.

Li ser navê jinan Hevseroka HDP’ê ya Silopiya Fatma Gunduz daxuyanî da û diyar kir ku li her qada civakî jin rastî tundiya zilam û dewletê tên û got: “Di meha Cotmehê de 40 jin hatin kuştin. 32 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 25 jin jî bi êrîşa zayendî re rû bi rû man. AKP a ku gotinên serdestiya baviksalar mezin dike berpirsyarê van hemû kuştinan e.”

Gunduz destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte re bi dehan komele, navend û stargehên jinan hatin girtin û wiha axivî: “Em ê li dijî polîtîkayên faşîzane yên ku bi Rewşa Awarte dixwazin welat birêve bibin dengê xwe bilind bikin. Em li her qadê têkoşîna jinan a li hemberê êrîşên li ser jinan bilind bikin û faşîzma zilam-dewletê re rawestînin.”

Daxuyanî bi berzkirina slogana “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Li Amedê jî hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman armancê li Parka Koşuyolû li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Wekîla HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û Endamên Meclîsa Dayikên aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Em wê qirkirina jinan rawestînin, em wê jiyanê azad bikin" û “Ji bo jiyanê û jiyandinê em rabûn û tên", "Jin jiyan azadî" û "Bêdeng nebe, li kolanê tecawiz heye", "Em ji tundiya mêr û dewletê re dibêjin Na" û "Li pêş zagon û hişmendiya mêr raweste" vekirin. Jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin û find pêxistdin û jinên bi destê mêr hatibûn kuştin bibîr anîn.

Li ser navê Jinan Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlût Tekîn, diyar kir ku 25'ê Mijdarê di têkoşîna jinan de rojek gelek girîng e û wiha got: "Ji Rozayan heta Sarayan ev têkoşîn berdewam bû. Em wê çalakiyên xwe bêtir bilind bikin û têkoşîna xwe bêtir xurt bikin. Li dijî şerê taybet ê dewletê em wê têbikoşin. Hikûmeta AKP'ê hişmendî û gotina mêrê serdest kûr dike û rewa dike. Berpirsiyarê van cînayet û kuştinan hikûmeta AKP'ê ye. Em wê parastina mafê xwe yê parastinê berdewam bikin. Em wê dengê xwe yê li dijî Rewşa Awarte û polîtîkayên faşîzmê bilind bikin.

Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp jî diyar kir ku di şer de tundî û binpêkirina mafan zêde dibe û berpirsiyarê vê yekê yên Tirkiye bi rêve dibe ne.

Jinan piştî daxuyaniyê dirûşme berz kirin û lîrandin.