Ji Çileyê heta Cotmehê, hovîtiya mêr: 246 jin hatin kuştin

Li Tirkiye û Kurdistanê, komkujiyên jinan roj bi roj zêde dibin. Îsal di navbera mehên Çile û Cotmehê de herî kêm 246 jin hatin kuştin.

Polîtîkayên nêrza yên desthilatdariya AKP-MHP'ê, bûn sedem ku îsal jî tundî li gelek jinan bê kirin û bên kuştin. Li gorî statîstîkên 'Platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', ji meha Çileyê heta Cotmehê yên îsal herî kêm 246 jin hatin kuştin.

Li gorî vê yekê; li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Çileyê de 27 jin hatin kuştin, mirina 7 jinan jî bi 'guman' bû. Hejmara jinên ku di meha Sibatê de hatin kuştin 22 bû.

Di meha Adarê de ku ji ber şewbê her kes li malê asê man, 29 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Kuştina 9 ji wan 'bi gumanbarî' hate nîşandan.

20 jin jî di meha Nîsanê de ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Di meha Gulanê de 21, di meha Hezîranê de jî 27 jin hatin kuştin.

Bûyerên kuştina jinan di Tîrmehê de zêdetir bû. Vê mehê 36 jin hatin kuştin.

Meha Tebaxê 27, meha Îlonê 20 û meha Cotmehê jî 21 jin ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin kuştin.