Ji Çîlem Dogan re edalet hat xwestin: Ji ber ku jiyan dike tê cezakirin

Piştevaniya Binevş ji bo Çîlem Dogan ya darazê biryara 15 sala ceza girtîgehê dayî wê edalet xwestin û got: “Ji ber ki jiyan dike tê cezakirin.”

Biryara ceza girtgîgehê ya 15 salan a ji Çîlem Dogan a ku sala 2015’an li Edenê di çarçoveya xweparastinê de Hasan Karabûlût ê ku şîdetekî sîstematîk li hemberî wê pêk dianî û ew neçarî fûhûşê dikir kuştibû hatî dayin, ji aliyê Darazê ve hat erêkirin.

Piştevaniya Binevş li Îzmîrê biryar protesto kir.

Jinan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Xweparastin maf e ji Çîlem Dogan re azadî” hilgirtin û dirûşmeyên “Xweparastin maf e, nikare bê astengkirin”, “Jin bihevre bihêz in”, “Dewlet destê xwe ji jinan bikêşe”, “Çîlem Dogan ne bi tenê ye” û “Zilam ne edalet e, rastî edalet e” berzkirin. Jinên Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û yên Têkoşîna Hevgirtî tevlê daxuyaniya hatî dayin bûn û piştgirî dan wê.

Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê endama Kampus Cadilar Rozana Ûrkûn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin  ku dewlet çawa kujerên mîna Mûsa Orhan û Umîtcan Ûygûn paqij derxistî, jinên rastî şîdetê hatinî jî hê bêhtir mehkûmê çembera şîdetê dike û hat diyarkirin, “Dewlet û saziyên wê yên zilam ku li beramberî şîdeta ku em dijîn ti çareseriyekê pêşkêş nake, nikare ceza bide jinên ku ji bo parastina jiyana xwe û ji bo bijî xweparastin pêk tînin.”

Di daxuaniyê de her wiha bal hat kişandin li ser cezanekirina zilamên kujer û ne parastina jinan a ji şîdetê ya ji aliyê dewlet û darazê û hat gotin; “Ji ber ku Çîlem nehate kuştin û ji ber ku jiyan dike tu yê bêjî qey Çîlemê ceza dikin! Çîlema ku di encama têkoşîna jin de ji edaleta zilam re nehişt, emê dîsa ji we bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî şîdetê xweparastin mafê jinan û hat xwestin ku 15 sal cezaya girtîgehê ya danî Çîlem were betalkirin. Hate ziman ku ewê Çîlemê radestê edaleta zilam nekin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.