‘Ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê wê jin li qadan bin’

Endama Komîteya Amadekar Serap Kiliç diyar kir ku êrîş û tundiya dewlet û zilam ên li ser jinê bênavber berdewam dike û got: “Li dijî qirkirinên civakî û faşîzmê wê jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.”

Platforma Dîcle Amed ya Jinan bi pêşengeha wêneyan a bi navê “Ji objektîfên jinan” li Amedê dest bi pîrozbahiyên 8’ê Adarê kir. Derbarê xebat û pîrozbahiya 8’ê Adarê Endama Komîteya Amadekar Serap Kiliç ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wê bi têkoşîna jinê bajarê Amedê bikin bajarê Jinê û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.

‘AMED WÊ BIBE BAJARÊ JINAN’

Kiliç da zanîn ku êrîş û tundiya dewlet û zilam ên li ser jinan bênavber berdewam dikin û wiha axivî: “Hikûmet ji bo desthilatdarî, neteweperestî û zayendperestiya xwe rewa nîşan bide, dest ji polîtîkayên xwe yên şer ên îstîsmara zarokan bernade. Li dijî van qirkirinên civakî û faşîzmê wê jin di 8’ê Adarê de li qadan bin. Eger jin bibin yek wê hemû zext û zordariyê li ser jinê bişkînin û rengê jinê li her derê belav bikin. Em ê weke jin, bi ruhê berxwedan û têkoşînê Amedê bikin bajarê Jinê.”

JI 1’Ê ADARÊ HETA 8’Ê ADARÊ PÎROZBAHÎ

Kiliç li ser girîngiya avakirina Platforma Dîcle Amed ya Jinan jî axivî û wiha pê de çû: “Li Kurdistanê piştî ku qeyûm hatin tayînkirin û bi hinceta Rewşa Awarte hemû sazî û rêxistinên jinan hatin girtin û deriyên wan hatin mohrkirin. Piştî saziyên jinan hatin girtin û şîddet û tundiya li ser jinê jî derket asta herî jor. Ji bo pêşiya şîddet û tundiya li ser jinê bê girtin pêwîstî bi Platforma Dîcle Amed ya Jinan hate dîtin. Platforma Dîcle Amed ya Jinan di 4’ê Sibatê de hate avakirin û xebata wê ya destpêkê jî pîrozbahiya 8’ê Adarê ye. 1’ê Adarê bi pêşengeha wêneyan a bi navê “Ji objektîfên jinan” me çalakî dan destpêkirin û heta 8’ê Adarê bi çalakiyên cuda em ê 8’ê Adarê pîroz bikin.”

Kiliç bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û bernameya 8’ê Adarê eşkera kir:

“*5’ê Adarê: Li Otela Demir wê panel bê lidarxistin. Di saet 18:00’an de li NCTY Sînemaya Avşar wê Filîma ‘Şimdi Nereye’ bê pêşandan.

*6’ê Adarê: Di saet 18:00’an de Filîma ‘Tek Başina’ bê pêşandan.

*7’ê Adarê: Ji bo vexwendina mîtîngê wê belavok bên belavkirin.

*8’ê Adarê: Li qada Îstasyonê di saet 10:00’an de mîtîng were lidarxistin.

*9’ê Adarê: Di saet 10:00’an de li Şanoya Bajar a Amedê şano bê pêşandan. Di saet 18:00’an de li Qada Hunerê meşeke bi meşaleyî bê lidarxistin.

*10’ê Adarê: Di saet 9:00’an de li ser pira zanîngehê wê meşa ji bo çiya bê lidarxistin. Di saet 15:00’an de li Şanoya Bajar a Amedê şano bê pêşandan.”