JAS: Em berxwedana Leyla Guven mezin bikin

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS), Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye silav kir û ji bo mezinkirina çalakiya wê bang kir.

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS), Leyla Guven silav kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin, Guven bi sekna jinên pêşeng li dijî serdestiya mêr, mêtingerî û faşîzmê rabûye û hêzên alîgirên guhertina demokratîk şoreşger, gelên bindest û jinan temsîl dike.

'ROLA DÎROKÎ YA OCALAN'

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li dijî faşîzm û mêtingeriya li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin dike, nêzî 20 sal in li zindanê tecrîdkirî ye û hate gotin, "Perspektîf û têkoşîna wî, ji serhildanên gel heta çalakiyên gerîla, ji berxwedana xwerêveberiyê heta zindanan her belav dibin. Di şoreş û têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rola wî girîng û dîrokî ye."

'EM LI SER XETA BERXWEDANÊ BIGIHÊJIN HEV'

JAS'ê ragihand, Leyla Guven banga mezinkirina berxwedanê û serketinê li her kesî dike û wiha dewam kir: "Ev berxwedan û banga hevrê Leyla, di heman demê de li bendek e li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser şoreşa me ya jinê ya li Rojava ye. Em agirê şoreşê û berxwedanê yê li Rojava li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bikin. Li ser xeta berxwedanê ya Leyla Guven bigihêjin hev û îrade û çalakiyên jinê mezin bikin."