HEVPEYVÎN

‘Hunera jin bi derketina Rêber Ocalan re pêş ket’

Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku berî şoreşa Rojava jinê hunera xwe nas nedikir, lê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hêza jin di qada hunerê de çêbû.

MIZGÎN ÇOLAQ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji destpêka sala 2016’an hatiye damezrandin, bi armanca pêşxistina çand û hunerê kar û xebat dimeşîne û hewldanên herî mezin ji bo jin û zarokan di warê çand û hunerî de bi pêş dixe.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji bo zindîkirina hemû çandên ku bi dehan salan hatine windakirin, gelek çalakî û proje lidar xistine. Di çarçoveya hunera jin de, Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolaq ji ANF’ê re axivî.

Mizgîn Çolaq da zanîn ku xebatên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn xebatên çand û hunera jinê ye û wiha got: “Em li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên çand û hunera jinê dimeşînin. Weke ku tê zanîn jin bingeha civakê ye. Ferq û cudahiya piştî şoreşê û berî şoreşê heye. Berî şoreşê derheqê jin de gelek maf dihat xwarin û bi taybet di milê çand û hunerê de. Kurdan nedikarî stranên xwe guhdar bikin, pirtûkên ku bi Zimanê Kurdî nedikarin bixwînin û êşkence li ser me dihat meşandin. Lê piştî Şoreşa Rojava jinê bi her awayî azadiya xwe bi dest xist. Wek ku em dizanin Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jin tê naskirin. Ev yek ji berxwedan û azadiya jin nîşan dide. Jin êdî xwe parçeyek ji çand û hunerê dibîne û di her qadê hunerê de jin cihê xwe yê bingehîn digire.”

Mizgîn Çolaq destnîşan kir jin hêza xwe ji Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire û wiha berdewam kir: “Bi derketina Rêber Apo re jinê êdî xwe nas kir, azadiya xwe bi dest xist. Rêber Apo ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêz, ev yek jî hişt ku jin bi huner û çanda xwe re bibe yek.”

Li ser damezrandina Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq wiha axivî: “Piştî Şoreşa Rojava bi armanca ku jin di her milî de û bi taybet di milê hunerê de cihê xwe bigre, di sala 2016‘an Hîlala Zêrîn hat avakirin. Di vê tevgerê de jin cihê xwe di tevahî qadên hunerê de girt. Destpêkê tevgera me ya Hîlala Zêrîn, li Kantona Efrîn a ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, Kobanê, Hesekê û li Qamişlo hat avakirin. Di vê dema dawî de jî li hemû herêmên rizgarkirî Hîlala Zêrîn hatine avakirin.”

HEMÛ NETEW CIHÊ XWE TÊ DE DIGIRIN

Mizgîn Çolaq da xuyakirin ku sîstema Rêveberiya Xweser a bi Netewa Demokratîk, hemû netewan di nava xwe de digire, ji ber wê jî di nav Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn de hemû netew bi çand û hunera xwe tevlî dibin û wiha bilêv kir: “Em di nav Tevgera xwe ya Hîlala Zêrîn de her netewê dipejirînin. Ji ber ku ew jî di nav sîstema Netewa Demokratîk de jiyan dikin. Di vê mijarê de astengiyên me ew bûn ku her netewek çanda wan cuda ye û hişmendiya ku şerme jin li pêşiya gel çanda xwe nîşan bike ye. Zehmetiyên me di vê aliyê de gelek bûn lê ew jî bi nîqaşan, bi ziyaretkirina malan hatin derbaskirin. Me çi qas gavên pêşketî avêtin lê dîsa jî hîn ji bo azadiya hemû jinan gavên din ên pêşketî pêwîst e. Niha Tevgera Hîlala Zêrîn di civakê de û di tevahî cîhanê de hatiye pejirandin.”

JINÊ HUNER PARÇEYEK JI XWE DÎT

Mizgîn Çolaq wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijmin bi şerekî siyasî, şerekî taybet li ser ciwanên me dimeşîne da ku ji çand, huner û cewhera xwe dûr bikevin. Hewldanên me yên pir mezin jî ji bo vê yekê hene ku hemû ciwanan li rastiya wan vegerînin. Wek filmê ‘Strana Keziyên Sor’ projeyên ku me çekiriye hene. Di dawiyê de jî ez bang li hemû ciwan, zarok û her kesî dikim ku çand û huera xwe biparêzin, bi taybet jin xwe bi xwe kar û xebatên xwe bidomîne û xwe parçeyek ji hunerê bibîne.”