'Hûn ê nikaribin pêşî li meşa serketinê ya PKK'ê bigirin'

Gerîlayên YJA-Starê diyar kirin, PKK ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêvî û jiyanê û gotin, "Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin pêşî li meşa serketinê ya PKK'ê bigirin."

Gerîlayên YJA-Starê yên li herêma Bradostê, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn û ji bo sala nû peyam dan.

Gerîlayên YJA-Starê Evrîm, Jiyanda, Dersîm, Gulan û Delîla berxwedana ku di zindanan bi armanca bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin silav kirin û gotin, "Hem hevalên li zindanan, hem jî gelên Kurdistanê ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Li gel van em jî çalakiyên xwe yên eskerî didomînin. Em ê bi têkoşîna xwe li ba berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê cih bigirin, dijmin ji Kurdistanê derxînin û tecrîdê bi hev re bişikînin."

Gerîlayan bal kişandin ser sala 2016'an ku wê salê hem gerîla çalakiyên xurt kirin, hem jî gel li qadan li ber xwe da û gotin, "Dewlet neçar mabû ku birayê Rêberê Ocalan Mehmet Ocalan bibin cem wî. Vê yekê têrê nekir. Ji ber ku hem gel hem jî gerîla pêwîstiya xwe bi Rêber Apo hene."

Gerîlayan li ser armanceke tecrîdê gotin, "Tecrîd hem ji bo gel hem jî gerîla giran e. Dijmin dixwaze gel û gerîla fêrî jiyaneke bê Serokatî bike. Çi dike bila bike ew ê nikarîbin ne gel ne jî gerîla fêrî vê bikin."

Gerîlayan işaret bi şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk kirin û qala helwesta gelê Kurd a li dijî vê kirin: "Li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Gelê Kurd heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dide. Gelê Kurd wê tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bike. Gelê Kurd qir nabe, her li ser piyan e. Gelê Kurd vê qirbûyînê ji bo xwe qebûl nake  û serê Kurd wê her bilind be. Ne gerîla ne jî gel wê tecrîdkirina Rêbertî qebûl nekin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê gel û gerîla li ber xwe bidin û tecrîdê bişkînin."

Gerîlayên YJA-Starê, şerê li herêma Bradostê jî nirxandin, propagandayên dewleta Tirk derewandin, çalakiyên gerîla bi bîr xistin û wiha pê de çûn; "Bi taybetî çalakiyên li Lêlkanê berbiçav bûn. Her çiqasî dijmin bi girtina vî girî propagandeyek mezin kiribe û wekî tevahiya Kurdistan bi dest xistiye pênase kiribe jî ev ne wisa ye. Kurdistan ne tenê girek e. Bi saya teknîka xwe kêmekî li ber xwe dan. Ev teknîk tinebûya wê nikarîbûna bêhn jî bigirtana. Tevî vê teknîka xwe jî niha cihên lê dimînin ji wan re wekî zindanê ye. Nikarin serê xwe jî derxînin."

Gerîlayan ragihandin ku teknîka çeteyên dewleta Tirk nikare wan biparêze, her roj çalakiyên mîna sûîqest, sabotajê li dar dixin û destnîşan kirin, ji ber van çalakiyên gerîla wisa li eskerên dewleta Tirk hatiye ku her tim hêzên xwe diguherin û nikarin serê xwe rakin.

Gerîlayên YJA-Starê diyar kirin, ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwe hê xurtir û mezintir bikin û gotin, "Felsefeya Rêberê me em wisa fêr kirine ku li dijî êrîşan em ê xwe biçûk nekin, xwe xurt û mezintir bikin. Em ê bi vî rengî bersivên pêwîst bidin dijmin û wisa tecrîdê bişkînin."

Gerîlayan ji bo sala nû jî ev peyam dan: "Sala 2019'an wê bibe sala serketinê. Xakurkê wê ji bo dijminê gelê Kurd bibe goristan. Em ê vê salê bi çeka xwe ve serbilind bikin.

Em ê dawî li tecrîdkirina Rêbertî bînin, em ê Rêbertî azad bikin. Hem em vê baweriyê didin hem jî em ê bikin. Ew ê çalakiyên me bi ser bikevin û tecrîdê bişikê. Sal sala azadiya Rêber Apo, azadiya gel û gerîla ye."