Girtiyên Kurd ên ji 12’ê îlonê dest bi greva birçûnê ya bêdem û dornever kiriye, piştgiriya herî mezin ji malbatên xwe digirin. Li Wanê malbatên girtiyan xwedî li daxwazên zarokên xwe derdikevin û bang li kurdên di nava AKP’ê de cih digirin dikin: “Ev pirsgirêk rojekê dê çareser bibe, lê hun dê çawa li ruyê van dayikan binêrin?”
Gireva birçûnê ya girtiyên ji dozên PKK û PAJK’ê ku ji 12’ê îlonê ve dabûn destpêkirin kete roja 41’emîn. Ligorî agahiyên Yekitiya Tabîbên Tirk daye hin girtî xwînê davêjin û jiyana wan krîtîk e. Piştgiriya herî mezin ji malbatên wan tên.
TUYAD-DER û xizmên girtiyan yên Wanê li konê nobetê yên ji ANF’ê re axivîn. Li kon wêneyên şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê BDP’ê yê navendê yê berê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cuneyt Canîş, Şaredarê Edremîtê Abdulkerîm Sayan û nûnerên BDP’ê yên girtî hatin daliqandin.
Her wiha pankartên ‘em berxwedana girtiyan slav dikin, girtiyên siyasî rumeta meye’ jî cih digirin û ligel vê nameyên ji girtiyan hatine jî li kon hatine daliqandin.
BILA ÊDÎ KES NEGIRÎ
Muhteber Bur ku xizma girtiyekî ye da zanîn ku heta şert û mercên Ocalan neyên başkirin dê çalakiya girtiyan bidome û got: “ Bila dayikên leşkeran jî bên em destê hev bigirin. Di vî şerî de ew jî zarokên xwe wenda dikin. Êdî bes e. Bila dayik negirîn. Riya vê aştiyê li Îmraliyê derbas dibe. Bila dewlet tecrîda li ser Ocalan rake.
Dayika aştiyê Hanîfe Kaçak jî diyar kir ev 14 meh e ji Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Rewşa serokatiyê çi ye em nizanin. Heta em girtî ji rewşa serokatiyê agahiyekê negire dê greva xwe bidomînin. em dayik jî piştgiriyê didin wan. Li vir mirin jî hebe em dê dest jê bernedin. Em ligel wan in.”
HETA DAWIYÊ EM DÊ TÊBIKIŞON
Xanim Acar ya ku du zarokên wê li gerîla jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Êşa min zêde ye. Min du kurên xwe wenda kir. Yek jî niha li çiyê ye. Ez wekî dayikekî dê heta dawiyê têbikoşim. Du kurên minê din jî hene. Bila ew jî di vê rê de biçin. Ez qet ne poşman im. Heta dawiyê li pişt wan im. Êdî bes e.”
Acar bertek nîşanî gotinên Erdogan ên wekî ‘Welatiyên min yên kurd’ da û got: “ Bila kurd êdî bên ser hemdê xwe bila neyên vê lîstikê. Kurd kurd e. Ne kurdên AKP, CHP an jî MHP’ê ne. Bila kurd hemû bibin yek. Ez tezkereya Sûriyeyê jî rexne dikim. Ew ne ji bo Sûriyeyê bû ji bo kurdan bû. Ji bo kurdan tune bikin di meclisê de derbas bû. Lê kurd êdî ne kurdên berê ne.”
Dayika Salîh Akdoganê ku li girtîgeha Amedê girtiye, Hamrî Akdogan jî wiha got: “Em êdî azadiya serokatiya xwe dixwazin. Bila ev şer bi dawî be. Em aştiyê dixwazin. Bila daxwazên zarokên me bên cih.”