HRW: Destdirêjî weke amûreke şer tê bikaranîn

Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), endamên artêşa Myanmarê ku bi sûcê xalîkirina etnîkî ya li dijî gelê Rohîngyayê tê sûcdarkirin, bi rengekî komî destdirêjî li jinan kirine.

Di raporê de hat ragihandin, ji herêma Arakan a Myanmarê piştî şerê ku 25'ê Tebaxê dest pê kir, bi sed hezaran Rohîngyayî xwe li welatê cîran Bangladeşê girtine. Di raporê de bal hate kişandin ser gotinên jinên li kampên penaberan hevdîtin bi wan re hate kirin.

Li gorî raporê; bi 52 jinên Rohîngyayî yên ku bûn hedefa êrîşa endamên artêşa Myanmarê re hevdîtin hate kirin. Herî 29 ji van jinan gotin ku destdirêjî li wan hatiye kirin. Di raporê de hat ragihandin ku piraniya jinan bi rengekî komî bûn hedefa destdirêjiya hêzên ewlekariyê.

Di rapora HRW de hat destnîşankirin ku destdirêjî ji aliyê kesên 'bi unîforma' ve hatiye kirin û piraniya wan endamê artêşê ne.

Bi sed hezaran Rohîngyayî li gelek kampên penaberan dimînin û tê texmînkirin ku li her kampê bi dehan heta bi sedan jin mexdûrê destdirêjiyê ne.

JIN JI NEÇARÎ BÊDENG IN

Li gorî hin gotinan, beşek ji jinên destdirêjî li wan hatiye kirin hatine kuştin. Du ji sê parên jinên ku HRW bi wan re axiviye raighandin ku agahiya otorîteyên erkdar ji destdirêjiyê nîne. Tê gotin, ji ber ku bawerî bi saziyên dewletê yên Myanmarê nîne û xeteriya fîzîkî, jinên destdirêjî li wan hatiye kirin bêdeng dimînin.

Derket holê ku ti ji jinên ku HRW bi wan re axivî, alîkariya tibî negirtine. Heta ku gihîştin Bangladeşê bi êşên giran neçar man bimeşin.

Di raporê de bang li Myanmar û otorîteyên navneteweyî hate kirin ku dawî li 'xalîkirina etnîkî' ya li dijî gelê Rohîngyayê bînin.

MYANMAR ÎDÎAYAN QEBÛL NAKE

Hikumeta Myanmarê jî îdîayên li ser destdirêjiya komî ya ku endamên artêşê kirine, red dike û kuştina sivîlan qebûl nake. Li gorî hikumetê, ji 25'ê Tebaxê dema destpêkirina bûyeran û vir ve tenê 380 milîsên çekdar ên Artêşa Rizgariya Rohîngya ya Arakanê hatine kuştin.