HPG: Em hevrêya xwe Amara Serfiraz bi hurmet bi bîr tînin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê gerîlaya YJA-Starê Amara Serfiraz (Newroz Seven) ku 9’ê Îlonê li Cîloyê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG’ê sersaxî ji gelê Kurd û malbata Seven re xwest, li ser Amara Serfiraz ku li kampa Mexmûrê mezin bûbû û tevlî nav refên gerîla bûbû wiha got:

Hevala Amara Serfiraz (Newroz Seven) ku di encama zextên faşîzma dewleta Tirk di jiyaneke penaber de hatî dinyayê 1996’an li Zaxoyê, li kapma Etrûşê jidayik bû. Hevrê Amara di jiyana penaber a malbata Seven de, ku di encama zexta dewleta Tirk a faşîst a bi ser gelê me yê welatparêz de neçar mayî xakên xwe berdin, mezin bûbû,  di hemû gavên jiyana xwe de hay ji rastiya dijmin hebû, têkoşîna azadiyê nas kir û wiha mezin bûn. Hevrê Amara ku di kampa Mexmûrê ya Şehîd Rustem de mezin bûbû û baweweriya xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd anîbû, dema ku dibistan dixwend di nav xebatên ciwanan de ma û peywira xwe ya welatparêziyê bi asta herî xurt bi cih anî. Hevrê Amara ku heta bi zanîngehê xwend û gihaştî wê hişmendiyê ku heta azad nebe di nav sîstema ku tê de dijî wê ji bo gelê Kurd si dahatu nebe, di demeke wiha de ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş bi ser Kurdistanê de anîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û 2015’an tevlî nav têkoşîna azadiyê bû.

Heval Amara ji gava pêşî dema ku tevlê nav refên gerîla bûbû ji xwe re kire rêgez ku rêça şehîdên Mexmûrê de bimeşe ku beriya wê hatibûn çiyayên Kurdistanê têkoşîyanbûn û bi nivîsandina dastanên lehengiyê şehîd bûbûn. Piştî perwerdehiya nû şervaniyê li dijî faşîzma Tirk hewl dida dîsa  Kurdistanê dagirbike, ji bo ku bi aktîvî têbikoşe di eniya şer de bi şervantiya YJA-Starê bû xwedî rol û misyon. Hevrê Amara karekterê welatparêz ê ku ji malbatê girtî, di nav PKK’ê de bi perwerdehiyê geştir kir, bû milîtana xeta jina azad a Rêber Apo, di demên herî dijwar ê şer de bi fedaî xwe tevlî nav şer kir. Hevrê Amara ku heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Apo, bi hîsên dilê xwe yên herî pak û pîroz têkoşiyayî, 9’ê Îlonê di encama êrîşa hewayî de li Cîlo tevlî nav karwanên şehîdan bû.

Ji ber vê windahiya biêş di serî de de serê malbata Seven, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em HPG sond dixwin ku em ê girêdayî bîranînên şehîdên xwe bin, heta ku em bêrîkirina wan bi cih bînin em ê têkoşîna xwe bi rengekî herî çalak bi cih bînin.

Agahiyên sicîlê ya hevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Amara Serfîraz
Nav û Paşnav: Newroz Seven
Cihê Jidayikbûnê: Etrûş
Navê Dayik – Bav:: Seyran - Murat
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastina Medya /  9’ê Îlon 2017