BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Akîf û bager bûn nîşaneya herî şênber a fedakariya gerîlatiya serdema nû."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemehiyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"14'ê Hezîrana 2024'an li Qada Berxwedanê ya Dola Maran a li herêma Avaşînê, di êrişên dijmin de milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Akîf Gabar û Bager Kurdistan şehîd bûn.

Hevrêyên me Akîf û Bager ku dilê wan bi agirê azadiyê germ bû û ji bo paşerojeke bi rûmet a gelê me bi berpirsyariyeke mezin rabûn, tevlî nava refên gerîla bûn, her kêliya jiyana xwe ji azadiya gelê me re feda kirin. Hevrêyên me Akîf û Bager ku milîtanên azadiyê bûn û divê her ciwanên Kurdistanê pê serbilind bin û ji xwe re bikin mînak, di heman demê de bûn nîşaneya herî şênber a rê û rêbazên têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger. Hevrêyên me Akîf û Bager bûn şênberiya felsefeya Apoyî ya jiyana bi rengê derwêşane û di heman demê de nîşaneya fedakariya gerîlatiya serdema nû bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Akîf û Bager em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe teqez bi  ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Akîf Gabar
Nav paşnav: Selman Yalvaç
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şîrîn-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Hezîrana 2024 / Avaşîn

 

Nasnav: Bager Kurdistan
Nav paşnav: Nûreddîn Mihemed Sîno
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Hezîrana 2024 / Avaşîn

AKÎF GABAR

Hevrêyê me Akîf li Silopiyayê ji malbateke welatparêz a ji eşîra Sipêrtî ya qedîm ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê hevrêyê me Akîf bi taybetmendiyên civaka polîtîk û exlaqî ya gelê Kurd mezin bû. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz û xizmên wî tevlîbûn li nava gerîla hebû û ji ber ku li cihekî mîna Silopiyayê ya ku têkoşîn lê xurt e mezin bû, partiya me PKK hîn biçûkanî nas kir. Di zarokatiyê de li dibistana seretayî rûyê asîmîlasyonê yê dewleta Tirk a qirker nas kir û ti carî fêhm nekir ku çima zimanekî biyanî lê tê ferzkirin. Ji ber vê yekê jî zêde girîngî neda dibistana mêtingeriyê, li hemberî zextên lê dihate kirin hewl da ku cewhera xwe biparêze. Lewma nasnameya xwe parast, bersiva herî bi wate da dewleta Tirk a mêtinger. Di demeke kurt de fêhm kir ku dibistanên mêtingeriyê yên li Kurdistanê navendên asîmîlasyonê ne û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me di nava jiyanê de hîn bû ku dijmin ti carî dest ji polîtîkaya xwe ya zext, êşkence û kuştina gelê me bernade, li ser wê yekê fikirî ku weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet divê bersivê bide vî dijminî. Hevrêyê me fêhm kir ku ev yek jî tenê bi têkoşîna çalak dibe û destpêkê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, hewl da bersivê bide êrişên dijmin. Dema ku di nava karên ciwanan de bû firsend dît ku partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, fêhm bike û biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê roj bi roj hîn xurt kir. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat, ji xizmên wî gelek kes tevlî nava refên gerîla. Gerîla li hemberî çete û dagirkerên ku êrişî destketiyên gelê me dikir, berxwedaneke destanî nîşan da ku vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Akîf kir. Hevrêyê me Akîf bi vê bandorê ji bo têkoşînê hîn mezin bike dawiya sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Destpêkê li herêma Qendîlê beşdarî perwerdeya gerîla bû û ji ber taybetmendiyên xwe yên civaka polîtîk û exlaqî ya malbata xwe, her wiha bi saya çanda Apoyî ya ku di nava karên ciwanan de wergirtî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Hevrêyê me bi perwerdeyê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê bû. Her ku hewa azadkirinê ya çiyê û rastiya me ya têkoşînê hîn bû, anî ziman ku wî biryareke rast daye û her roj hewl da têkoşîna xwe hîn mezin bike. Piştî ku perwerdeya xwe qedand li herêma Qendîlê hate wezîfedarkirin û heta sala 2018'an li vê derê kar kir. Di demekê de ku êrişên li ser gelê me û tevgera me her roj giran dibû, hevrêyê me xwest biçe qadên şerê giran, gihîşt wê baweriyê ku tenê bi vî rengî dikare wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih bîne. Hevrêyê me Akîf ku pêşniyara wî hate qebûlkirin, ji bo rol û mîsyona xwe di şer de bi rengekî rast bi cih bîne, biryar da ku tevlî perwerdeya pisporiya leşkerî bibe. Li ser vê bingehê di mijara taktîkên gerîla yên dema nû de xwe kir pispor û tevlî perwerdeya çekên giran bû. Bi dil û mejî tevlî perwerdeyê bû. Ji ber vê jî hemû detay hîn bû û weke gerîlayekî pispor û şareza berê xwe da Zapê.

Piştî ku demeke kurt li herêma Zapê pratîk kir, ji bo karibe hîn bi çalak tevlî şer bibe di sala 2019'an de derbasî herêma Avaşînê bû û bêsebir li benda wê kêliyê ma ku derbê li dijmin bixe. Li Avaşînê ku weke qadeke asî û iran tê naskirin, hevrêyê me li gel zor û zehmetiyên gerîlatiya li vê qadê, pê hesiya ku ev yek di heman demê de bedewiyeke bêhempa ye. Hevrêyê me bi bandora ji têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên li Avaşînê, ev yek ji xwe re kir bingehek ku hîn bêhtir têbikoşe. Gihîşt wê baweriyê ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî hurmet û hezikrina hevrêyên xwe be, li ser vê bingehê jî kûrbûn û hewldanên xwe zêde kir. Li herêma Avaşînê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, dest bi hilanîna tola şehîdên me kir û di şer de bi wêrekî û fedakariya xwe bû mînak ji hemû hevrêyên xwe re. Di heman demê de bi kesayetiya xwe ya pak û durust dihate naskirin. Hem di nava şer de hem jî di nava jiyanê de bû milîtanekî Apoyî ku bal li ser wî bû. Dijmin di sala 2021'ê de êrişên dagirkeriyê bir ser herêma Avaşînê, hevrêyê me Akîf jî beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî van êrişan bû. Hem li tunelên şer hem jî bi tîmên gerîla yên nîv bi tevger beşdarî gelek çalakiyan bû ku derb li dijmin hate xistin. Dema ku di anva tîmên gerîla yên pispor de bû, ji bo piştgiriyê bide hevrêyên xwe yên li tunelan li ber xwe didin, timî ji xwe re kir armanc ku derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me Akîf li ser vê bingehê bi çalakiyên çekên giran derbên xurt li dijmin xist û bi hesasiyeteke mezin berpirsyariyên xwe bi cih anî.

Şehadeta hevrêyên wî yên ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger şehîd ketin bandor li ser hevrêyê me Akîf kiribe jî wî ev eyk ji bo xwe kir hincetek ji bo têkoşîneke hîn xurt. Hevrêyê me Akîf di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî keda hevrêyên xwe yên şehîd bibe û bi tempoyeke kar a bêrawestan tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me ku herêma Avaşînê gelekî baş nas dikir, bi vê taybetmendiya xwe hem ji hevrêyên xwe yên nû çûn herêmê re bû alîkar, hem jî di gelek çalakiyan de bû xwedî ked û hewldanan. Hevrêyê me Akîf bi saya vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî dihate hezkirin û cihê hurmetê bû. Di 14'ê Hezîrana 2024'an de di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku dilsozê bîranîna hevrêyê xwe Akîf bin û têkoşîna wî bi ser bixînin.

BAGER KURDISTAN

Hevrêyê me Bager li Rojavayê Kurdistanê bajarê Amûdê li nava malbateke welatparêz, dilsozê çand û kevneşopiya Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe hevrêyê me Bager jî bi rengê dilsozê cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku ji xizmên wî û derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, her wiha ji ber ku malbata wî bi rengekî çalak tevlî nava karên şoreşê bû, vê yekê kir ku hevrêyê me Bager partiya me PKK'ê hîn biçûkanî nas bike. Bi bandora têkoşîna azadiyê ya gerîlayên Kurdistanê ya li gelek herêman, gerîla weke lehengê xwe yê zarokatiyê dît. Lewma jî timî bala wî li ser gerîla bû. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat, hevrêyê me Bager nû ketibû temenê xwe yê ciwantiyê û şahidî ji hemû qonaxên şoreşê re kir. Piştî ku milîtanên Apoyî yên bi felsefeya Apoyî ji sala 2012'an û pê ve têkoşîneke xurt li dijî çeteyên çav berdan destketiyên gelê me meşandin, vê yekê kir ku weke ciwanekî Kurd berpirsyarî û wezîfeya xwe ya li pêşberî gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me Bager ku li dibistanên şoreşê xwend, li vê derê hînî têkoşîna li dijî mejiyê koletiyê bû ku hêzên dagirker dixwazin biafirînin. Derfet dît ku mejiyê azadiyê di kesayetiya xwe de bineqişîne. Ji ber vê yekê jî haya xwe ji wezîfeyên xwe yên civakî yên ji bo gelê me hebû, hewl da ku bi daxwaz, coş û kelecaneke mezin van wezîfeyan pêk bîne. Bi taybetî piştî tevlîbûna hin hevalên wî yên zarokatiyê li nava refên gerîla û şehadetên di têkoşîna azadiyê ya li dijî çeteyan a li Rojava kir ku hevrêyê me Bager rê û rêbazên xwe yên têkoşînê binirxîne. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bersivê bide êrişên li derveyî mirovahiyê yên li ser Rêberê me, gelê me û gerîlayên azadiyê. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Bager ji gotinên milîtanên Apoyî çiyayên Kurdistanê nas dikir. Piştî ku gihîşt çiyê welê lê hat ku mîna jinûve ji dayik bûye. Hevrêyê me diyar kir ku li çiyayên azad gihîştiye cewhera xwe, bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû. Tevî xwezaya bêhempa ya çiyê kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal. Hevrêyê me Bager ji bo demek beriya demekê bibe gerîlayekî şareza yê çiyayî kete nava hewldanan. Bi perwerdeya xwe ya destpêkê re pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû. Ji bo bersivê bide pêvajoya şerê giran, hewl da xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş bixîne. Ji ber vê jî bi baldarî tevlî nava perwerdeyên leşkerî bû, bi cewherî nêzîk bû û di encama vê baldariya xwe de jî di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Di heman demê de bi perwerdeyên îdeolojîk armanca xwe şênber kir û bi rengekî çalak tevlî karên pratîkî bû.

Hevrêyê me Bager eleqeya xwe ya ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû tim bi hevrêyên xwe parve dikir û di wê baweriyê de bû rêya lêxistina dijminî ya bibandor ji pisporbûna taktîkan pêkan e.  Ji ber wê yekê hevrêyê me Bager ji bo perwerdeyên pirporbûnê pêşniyarên xwe dikirin û bi sekna xwe ya jiyanî û zelalbûna armanca xwe karî baweriyeke mezin bide hevrêyên xwe.  Hevrêyê me girêdayî vê yekê di taktîkên sabotak û segvaniyê de perwerde stand  û bi saya jîrbûn û eleqeya xwe di her du taktîkan de xwe gelekî pêş bir.  Hevrêyê me Bager di pêvajoya perwerdeyê de bi awayekî aktîk tevlî jiyanê bû û bi fedakariya xwehate naskirin û di heman demê de jî bi kesayeta xwe ya durist û xwerû di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî mezin. Hevrêyê me Bager roj bi roj hêrsa xwe ya li hemberî dijmin girêdayî bingeheke îdeolojîk da rûniştandin û xwest di zûtirîn demê de tevlî xebatên pratîkê bibe. Hevrêyê Bager dixwest bi çalakiyên xwe derbên giran li dijminî bixe û ji bo vê yekê jî xwest derbasî herêmên şer lê dijwar, bibe. Hevrêyê me Bager li her cihê ku lê dima ji pîvanên mîlîtaniya Apoyî tawaîz neda û karî di warê leşkerî de bibe gerîlayekî xwedî tecrûbe û bi van taybetmendiyên xwe baweriya ku dida hevrêyên xwe zindî girt. Ji ber vê yekê pêşniyara hevrêyê me Bager hate qebûlkirin û ew derbasî herêma Avaşînê bû û di nava xebatên pratîkê de cihê xwe girt. Hevrêyê me Bager xwest bibe layîqî têkoşîna Şehîd Cûmalî Çorûm, Şehîd Çavrê Gelhat, Şehîd Botan Başkale û bi dehan şehîdên me yên fedaî ya li Avaşînê ku ew bi lehengiya xwe derdasî dîroka gelê me bûn û girêdayî vê yekê tevlî xebatan bû. Hevrêyê me li herêma Avaşînê di nava gelek xebatan de cih girt  û bi kesayeta xwe kedkar ji gelek hevrêyên xwe re bû gerîlayekî mînak. Hevrêyê me hemû kêliyên jiyana bi kûrbûnên têkildarî derdlêxistina dijminî derbas kir û  di çalakiyên li herêma Avaşînê de hewl da ku vê armanca xwe pêk bîne. Hevrêyê me Bager sereketirîn armanca xwe weke dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê me diyar kir û dizanibû ku rêya pêkanîna vê armancê ji kûrbûna felsefeya Rêber Apo û terzê têkoşîna wî ye. Ji ber wê yekê hevrêyê me Bager têkoşîna xwe ya azadiyê bê navber domand û bi van taybetmendiyên xwe karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Bager li gel hevrêyê me Akîf  Gabar di encama operasyona dagirkeriyê ya ku dijminî di destpêka meha Xizîranê de li herêma Avaşîn dabû destpêkirin, tevlî karwanê şehîdan bû. Biranîna hevrêyê me Bager wê tim di nava têkoşîna me de zindî bê girtin û em dubare soz didin ku heya ku em armancên hevrêyê xwe Bager pêk tînin em ê têkoşînê mezintir bikin û bê navber bidomînin.