BI DÎMEN

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn heta kêliya dawî li ser xeta Rêbertî bi biryardarî meşiyan."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn di êrîşa dijmin a 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê pêk hat de şehîd bûn.

Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn, milîtanên qehreman ên têkoşîna azadiya jinê bûn. Heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêbertiyê xwedî helwesteke zelal û bênavber bûn. Bi tevlêbûna xwe ya bi coş, sade û dilnizim weke milîtanên mînak ketin dîroka têkoşîna me. Hevrêyên me yên ku parêzvanên bêwestan ên xeta berxwedanê ya Apoyî bûn, ji bo bersivê bidin êrîşên dijmin di qada leşkerî de xwe pêş xistin. Di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de israr kirin û derb li dijmin xistin. Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn li ser vê bingehê ji bo pêşketina hevrêyên xwe timî di nava lêhûrbûnê de bûn. Bi vî rengî bi biryardarî ruhê fedayî yê Apoyî ya têkoşînê mezin kirin û di meşa xwe ya şoreşgerî de serketin bi dest xistin. Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn ji roja destpêkê heta roja şehîdbûnê bi dirûşma “Rêberê Azad û Kurdistana Azad” bêyî têkevin dudiliyê û bêwestan meşiyan. Hevrêyên me yên ji bo parastina nirxên gelê me yê di nava qirkirinê de ne, jiyana fedaî hilbijartin û di  di nava refên têkoşîna azadiyê cih girtin. Ji bo armancên ku jê bawer dikirin tevlî karwanê nemiran bûn.

Li ser vê bingehê em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştine, bi hişyarî û berpirsiyariya layiqê wan bin bigihînin serkeftinê.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Nûjiyan Îsyan
Nav û paşnav: Hatîce Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Naciye – Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Nîsana 2024 / Xakurkê

Nasnav: Diljîn Azadî
Nav û paşnav: Hêva Kilêvçek
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dayik û bav: Fehîme – Ebdulrehman
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Nîsana 2024 / Xakurkê

NÛJIYAN ÎSYAN

Hevrêya me Nûjiyan Îsyan li Mêrdînê ji dayik bû. Weke her ciwan û jineke Kurd di salên zarokatiya xwe de nakokî jiya. Weke ciwaneke Kurd ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dimeşand ji nêz ve dişopand û di temenê biçûk de hewl da rastiya dijmin fêm bike. Di salên dibistanê de nakokî jiya. Ji qîrîna bi mîlyonan a ji bo azadiyê û berxwedana destanî ya gerîlayan a li hemberî dagirkeran nîşan da bêdeng nema û tevgera azadiya Kurdistanê meraq kir. Hevrêya me ya ku di malbateke kedkar de mezin bû, ji bo debara malbata xwe ya aborî bike, di fabrîqeya tekstîlê de xebitî. Wê bi keda xwe têkoşîna jiyanê nas kir û lêgerînên xwe berfireh kir. Di sala 2015’an de bû şahidê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya “Plana Hilweşînê” de pêk anî. Li hemberî hovîtiya ku di Berxwedana Serdemê de hat jiyîn bêxem nema û biryara tevlîbûnê da. Hevrêya me Nûjiyan ji hovîtiya dewleta Tirk a li jêrzemînên Cizîrê pêk anî bi bandor bû, biryar da ku ji Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Nûjiyan di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû, li herêma Garê perwerdeya şervanên nû dît. Bi kêfxweşiya hevdîtina bi çiya û gerîla re zû fêrî jiyana gerîla bû. Di dewreyên dîroka Kurdistanê, dîroka PKK’ê û dîroka jinê de di perwerdeya şervantiya nû de kesayeta xwe analîz kir. Hevrêya me Nûjiyan ku sond xwar ku ew ê tola êşa bi hezaran salan li jin û gelê me hatiye kişandin hilîne, bi awayekî aktîf beşdarî dersan bû. Dizanibû ku ji bo tolê ji dewleta Tirk a mêrtinger hilîne divê di şerê gerîla de jêhatî bibe, zêdetir li ser dersên leşkerî rawestiya. Hevrêya me Nûjiyan di nirxandina ku di dema perwerdeya şervanên nû de kirî de wiha got: “Tiştên ku dagirkeran li Kurdistanê kirin, bandor li ser min kirin. Armanca min ew e ku tola şehîdan hilînim û navê xwe di dîroka Kurdistanê de binivîsim”. Her tim li ser van armancan rawestiya. Bi saya dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan û israra xwe ya di gihandina armanca xwe de, di pêkanîna karên dijwar de tu carî dilgiraniyek nedît. Hevrêya me ya ku dixwest bigihêje armancên xwe û ji pêvajoyê re bibe bersiv, li ser vê bingehê xwe pêşniyarî perwerdeya pisporî kir. Hevrêya me Nûjiyan piştî du salan di xebatên pratîk de cih girt di sala 2018’an de li Akademiya Şehîd Mahîr dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Di perwerdeyê de li ser Bîrdoziya Azadiya Jinê û artêşbûnê xwe bi pêş xist. Perwerdeyê weke derbaskirina kêmasiyên xwe nirxand. Hevrêya me Nûjiyan bi coş û tevlîbûna xwe bû milîtaneke mînak, di warê leşkerî de jî jêhatî bû. Piştî perwerdeyê hevrêya me Nûjiyan derbasî qada Avaşînê bû û hewl da taktîkên gerîla yên dewreyê pêk bîne. Di dema operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo erka xwe bi cih bîne, bi hemû hêza xebitî. Hevrêya me ya ku ji bo şikandina êrîşên dijmin ên li herêma Xakurkê ya ku herî dawî lê bi cih bûbû ked da, di demekê de ku derbên giran li dagirkeran hat xistin, ji erka xwe dûrneket, erka xwe bi cih anî. Ji bo bersivdayîna êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji sala 2021’an û vir ve pêk tên, pêşniyara qadên şerê germ kir. Hem jêhatiya xwe ya leşkerî hem jî ezmûna xwe ya pratîkî hişt ku hevrêya me Nûjiyan erka xwe ya heyamê bi temamî bi cih bîne. Hevrêya me ya ku di her şert û mercî de bi awayekî herî baş nasnameya jina azad temsîl kir, karîbû bibe milîtana PKK û PAJK’ê ya ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak girtin.

Hevrêya me Nûjiyan di 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû; weke şoreşgereke serhildêr di her şert û mercî de xwest derbekê li dijmin bixe. Bi jiyana xwe ya dilnizm û kesayeta xwe ya bi israr, di têkoşîna me de weke hevrêyên şehîdan û di dilê hemû hevrêyên xwe de şopeke baş hişt. Weke hevrêyên wan em soza xwe ya pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dubare dikin û bi rêzdarî û minetdarî li ber bîranînên wan ên pîroz bejna xwe ditewînin.

DILJÎN AZADÎ

Hevrêya me Diljîn Azadî li Efrîna ku bi hezaran zarokên wan di nava têdikoşinê de ne, ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û xwişka wê di nava refên azadiyê de cih girt, bû sedem ku hevrêya me di temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK'ê nas bike. Ew bi terbiya ji malbata xwe girt girêdayî çanda Kurd mezin bû. Hevrêya me bi çîrokên gerîlatiyê yên ji malbata xwe bihîstiye mezin bû, hê di zarokatiya xwe de xeyala gerîlatiyê dikir. Hevaltiya hêzên gerîlayên ku ji bo rizgarkirina gelê me yê Rojava ku di bin êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û polîtîkayên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker de rû bi rû mane, kir. Hevrêya me Diljîn ku weke jineke ciwan dixwest berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne, pêşî li qada herêmî tevlî çalakiyan bû. Bi coş û îradeyek mezin beşdarî xebatên Komalê Ciwan bû û her kêliya jiyana xwe ji bo xizmeta Partiyê derbas kir. Piştî ku demekê li herêma Efrînê xebat meşand, di qadên cuda de xebatên xwe domand. Hevrêya me Diljîn bi perwerdehiya ku dîtî xwe ji nû ve afirand, bal kişand ser parastin û perspektîfên gerîla yên Rêbertiya me. Hevrêya me ya ku di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn de biryar da ku têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, di sala 2015’an de di asta profesyonel de tevlî xebatên partiyê bû. Hevala me bi zanebûna ku bersiva herî mezin a li dijî dagirkeriya DAÎŞ û artêşa Tirk bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare were dayîn, berê xwe da çiyayên azad.

Di sala 2018’an de li herêma Garê perwerdeya şervanên nû dît. Bi perwerdehiya ku dît, zû xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir. Bi hemû dilpakî û sadebûna xwe, bêyî ku kêliyekê jî dudilî bibe, beşdarî jiyanê bû. Hevrêya me ya xwedî kedeke xurt e, bi fedekarî li ber xwe da û ji tu karî xwe paş nehişt. Di sala 2019’an de li dibistana operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi hêz kir û bû gerîlayeka jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me ya ku di warê leşkerî de jêhatî bû, li qada Xakurkê di gelek ked da. Weke gerîlayeke pispor taktîkên serdemê bi awayekî serkeftî bi kar anî. Bi kelecana xwe ya bilind û bi tevlêbûna xwe ya dilnizim bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Biryardariya xwe ya têkoşînê zêde kir, xwe deyndarê hevrêyên xwe dît ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin bi fedekarî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêya me Diljîn xwest erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û berê xwe bide qadên ku şerê germ lê diqewime. Bi taybet ji bo hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd ketine, lêgerîna tolhildanê kûrtir kir. Her wiha li her qada ku lê bû, bi nîqaşên bîrdozî ji pêşketina hevalên xwe re alîkarî kir.

Hevrêya me Diljîn ku bi cewhera xwe ya çalak, bi helwesta xwe ya xwezayî û sade di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û soza tolhildana şehîdan pêk bîne, bi vîn û xeyaleke mezin têkoşiya. Hevrêya me Diljîn Azadî ku di êrîşa dijmin a 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê pêk hat tevlî karwanê şehîdan bû, mîrateya têkoşînê ya tijî serkeftinê ji me re hişt. Em soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrê Diljîn ji me re hiştiye, bi hişmendiya ku di şexsê wê de layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bûne, bigihînin serkeftinê."