Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, beşdarî bernameya Ulkeden a New Channel bû, bersiva pirsên Rojbûn Denîz da.
Hozat di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:
‘AKP BERDEWAMA HIŞMENDIYA ÎTIHAT Û TERAQIYE’
“Di destpêk de ez hişmendiya Îtihat û Teraqî ya qirker şermezar dikim. Kesên ku di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî bibîr tînim. Hêvî dikim ku ev têkoşîn bê mezinkirin, qirkirin di astan cîhanî de bê naskirin û gal bigihêje azadiya xwe. Di vê mijarê de têkoşînekî pir mezin heye. Hişmendiya Îtihat û Teraqî didome. AKP domdarê vê ye. Di warê herî jor de vê hovîtiyê li ser Kurdan dide meşandin. Li Tirkiyeyê li ser nasnameyên cuda û çandên cuda dide meşandin. Em hişmendî hê bi dawî nebûye. Pêkanîn û polîtîka hê jî bi hişmendiya Îtihat û Teraqî didomin. Ev rejîm rejîmekî qirker e, hişmendiya Îtihat û Teraqî di referandûmê de xwest ku xwe hê bi hêztir bike.”
TI MEŞRÛTYETA REFERANDÛMÊ NÎNE
Divê referandûm di vê çarçoveyê de bê destgirtin. Referandûm ne destûrekî bingehîn a demokratîk û azadî xwaz e. Ev destûr ji destûra 12’ê Îlonê hê faşîtire, di reweşkî hê bi otorîter û bihêztir hewldana di referandûmê de derbas bike bû. Di vê wateyê de rejîma heyî bi destûra ku ava kirî, weke destûra 12’ê Îlonê ti meşrûtyeta xwe nîne. Destûra bingehî ya darbeyê ye. Ne ti meşûtiyeta hikûmet ê û ne jî ya desthilatdariya faşîst heye. Di rewşa heyî de AKP-MHP’ê bi hev re bi rejîma darbeyê re dest danî ser rêvberiyê. Niha yên ku dixwazin Tirkiyeyê bi rêve bibin, di asta herî jor de rejîmekî faşîst, nîjatperest û qirker e. Di asta gel de li Tirkiyeyê ti meşrûtyeta vê rêveberiyê nîne. Ev rastiyeke û referandûm tesbîta vê ye. Di referandûmê de piraniya gel li dijî vê rejîma faşîst dengê ‘NA’ bi kar anîn, rêjeya dengê wan ji ser sedî 50’yê re bûn. Nêzî rêjeya ji % 53-54’an derketibû. Bi hîle û fen û fûtan deng hatin dizîn. Ji xwe vê yekê Erdogan li xwe mukûr hat.”
LI KURDISTANÊ REFERANDÛM DI NAVA ŞERT Û MERCÊN REWŞA AWARTE DE HATE KIRIN
Ev yek li Kurdistanê di astekî herî xirab de pêk hat. Li Kurdistanê bi zext, zordarî, hîle û çekan gel berê xwe dan ser sindoqan, referandûm hate kirin. Dîsa li Kurdistanê referandûm di nava şert û mercên giran ên Rewşa Awarte de pêk hat. Hemû sindoq di bin kontrola polîs,leşker, hêzên taybet û kontroyan de bûn. Li ser gel zext û çewisandinên dijwar hebû. Ji xwe li gelek deveran ne çavdêr û ne jî mûşahîdên HDP’ê hebû. Ji xwe CHP’yî jî li gelek cihan tinebûn. Ji derveyî HDP’yiyên ku deng bikar anîn ji beşên din ti kes li ser sindoqan tinebûn. Bi awayekî giştî hemû radestî artêş, AKP’ê û MHP’ê hatibû kirin. Li gelek cihan bi tirsê, gef û zextan bi awayekî vekirî deng hatin bikaranîn, sindoq bi dengên ‘Erê’ ji berê ku hatibû amadekirin hatin hatin tijekirin. Ji xwe li gelek herêmên Kurdistanê alozî derket, mîna; Mûş, Qers, Riha, Bedlîs, Çewlig, Wan û hema li her derê alî derket. Li vir armanc çibû; di xwestin hilbijartinê li gorî ku plan kirîn bi encam bibe.
KURDAN JI HIŞMENDIYA QIRKER A AKP’Ê RE GOTIN NA
Baş e ev encam girt; encam negirt. Tevî evqas zilm, faşîzma hovane, zext êr,êrîş, hîle û komployan, li Kurdistanê NA qezenç kir.Kurdan ji vê hişmendiya qirker a faşîst re got e ‘NA’, red kir. Ev nêzîkatî di asta herî jor de di sindoqan de derket. Li Kurdistanê ya bi ser ket ‘NA’ bû, yê ku winda jî kir sîstema qirker a faşîst bû. Ev ji aliyê her kesê û cîhanê ve bi awayekî pir zelal hate dîtin.
DI REFERANDÛMÊ DE GEL XWEDÎ LI XWERÊVEBEIRYÊ DERKET
Kurdan li Cizîr, Silopiya, Kerboran, Gever, Şirnex, Sûr li her cihê ku xwerêveberî lê pêş ket, di astekî bihêz de derket pêş. Li van bajaran ji sedî 70-80’ê dengê NA derket. Her wiha dîsa Gimgim di heman astê de derket. Li her qadên xwerêveberî lê hate îlankirin û di asta herî jor de qetlîam, qirkirin û hilweşandin hate kirin li dijî sîstema qirker a faşîst dengê NA gihişte serkeftin. Li Cizîrê ji sedî 80’ê dengê NA derket. Dîsa li heman bajarê din deng derket. Ev dide nîşandan ku helwesa gel a li van bajaran bi awayekî cidî deret pêş. Gel xwedî li xwerêveberiyê derket. Li van barjaran gav bi şûnde neavêtin, ji daxwazên xwe venegeriyane. Berovajî, ev di heman demê de refarandûma xwerêveberiyê li Kurdistanê bû. Li van bajarên ku di astekî bilind de rêjeya dengê ‘NA’ derketin dide nîşandan ku dengdayina xwerêveberiya demokratîk e. Berxwedaan xwerêveberiya demokratîk a 2015-2016’an a pêş ket, di asta herî jor de hê jî li Kurdistanê didome.
Kurdan bi awayekî zelal diyar kirin ku tercîha wan xwerêveberiya demokratîkî, komarekî demokratîk, demokratîkirina Tirkiyeyê û Kurdistanekî azad kir. Kurdan ji bo sîstema qirker a faşîst got Na. Di vê mijarê de helwest û nêzîkatiyên xwe bi awayê herî zelal nîşan da. Di vî warî de nêzîkatiya Kurdan diyar e. Li Kurdistanê di referandûmê de yê bi ser ket, Kurdistana xweser û demokratîk û komara demokratîk qezenç kir. Ya hete redkirin rejîma qirker a faşîst bû.
HDP, HDK, DTP Û DBP TÊKOŞÎNEKÎ XURT KIR
AKP ji bo HDP di referanedûmê de xebatekî xurt bi rêve nebe, stratejiyek xwe diyar kiribû. Di xwaze rejîma heyî bi sazî bike. Di vê mijarê de di asta herî jor de yê astengî jêre çêke kiye? HDP bû, hêzên demokratîk bûn, Kurd, Elewî, li Tikiyeyê beşên azadîxwaz ên demokratîk bûn. Di vî warî de bi awayekî pir dijwar bi ser wan de çû. Ji bo wê dest bi operasyonên qirkirina siyasî yên topyekûn kirin. Dîsa pêşiya hemû beşên muxalefetê girte. Bi awayekî herî xurt berê xwe da HDP’ê û li dijî wê êrîşên qirkirina siyasî lidar xist. Ji Hevserokên wê bigire heta endamên meclîsê, hevserokên bajaran, hevserokên navçeyan, bi hezaran xebatkar girtin. Siyasetmedar, welatparêz û xebatkarên aktîv ên ji ber beşê girtin. Bi van kiryaran armanca esasî tesfiyekirina HDP’ê bû. Li dijî HDP’ê siyasetekî ya tesfiyekirinê birêve bir û hê jî didomîne. Ji xwe armaca sereke di vê referandûmê de Kurdan ji siyaseta heyî dûr bixin û siyasetê neke. Di vî warî de li dijî siyaseta demokratîk êrîşên pir dijwar hatin meşandin. Lê dîsa jî HDP tevî van hemû êrîşan jî bi rastî jî têkoşînekî pir mezin kir.
Ewqas siyasetmedar, hevserok, wekî û xebatkar hatin girtin li cem gel, xwedî li gel derket. Gel xwedî li HDP’ê derket. Li cem gel di vê referandûmê de bi awayekî herî xurt bi rastî jî HDP mezin kir, pêş xist. HDP, HDK, KCD û BDP têkoşînekî pir xurt da meşandin. Ev têkoşîn bi gel re kir. Li kolanan û li qadan kir.
EGER ENIYA DEMOKRATÎK BIBI YEK WÊ REJÎMA FAŞÎST JI HOLÊ BÊ RAKIRIN
Li Tirkiyeyê gelek beşên demokatîk hene, ev dikarin li hev kom bibin. HDK, HDP, ODP, ESP, SYKP, Elewî Kurd, beşên cuda ên li Tirkiyeyê dijîn , Kurd in, Jin in, ciwan in. Wê vînekî bi heybet a ji jinan û ciwana di asta herî jor de derkeve. Li Tirkiyeyê tevgera jinê tevgerkî bi hêz e, tevgera ciwanan tevgerekî bi hêz e. Me ev dît. Di aliyekê de di vê referandûmê de jinan û ciwanan qezeç kir. Li Tirkiyeyê eniyekî bi hêz a jinan derkete pêş. Ji xwe li Kurdistanê eniya bi hêz a jinê heye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgerekî bi hêz a ciwanan derket. Em baş bala xwe bidinê yên ku li ber xwe didin û çalakiyan lidar dixin jin û ciwan in. Ji xwe civaka Kurdistan û Tirkiyeyê ciwan e, di aliyê hêjarê de jî piranî jin û ciwan in. Di vê wateyê de jin, tevgera jinê, tevgera ciwanên Elewî, hemû beşên demokratîk ên Kurd, beşên ekolojî û derdorparêz, anarşîst, misilmanên antî kapitalîst, dîsa misilmanên sade, dîsa tevgera demokrasiyê ya ku hemû beşan di nava xwe de dihewîne, eniyekî fireh a demokrasiyê bê rêxistinkirin û weke eniyekî demokratîk û tevgerekê bên li gel hev, bi bereykê de bibin yek û têkoşînê bikin bi rastî jî wê ev faşîs û dîktatora faşîst wê ji holê rabe û pêşiya li sazîbûnê bigirin. Di civaka Tirkiyeyê de ev hêz û dînamîk heye.