'Hovîtiya destavêtinê ya li Êlihê, şerê taybet ê dewletê ye'

Endama TJA'yê Nîhayet Taşdemîr diyar kir, hovîtiya destavêtinê ya li Êlihê, yek ji kiryarên 'şerê taybet' ê dewletê ye û got, "Bi rêya destavêtinê dixwaze destketiyên jinê ji holê rake."

Li Êlihê, gelek zilaman dest avêtibûn keçeke 14 salî ya bi navê G. û ev hemû mêrên tecawizkar bi kefaletê hatibûn berdan. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û vê şermezar bikin.

Endama TJA'yê Nîhayet Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û bang li hemû jinan kir, ku li dijî êrîşa destavêtinê li ber xwe bidin.

'KESÊN BI AKP Û DEWLETÊ VE GIRÊDAYÎ NE, FÛHÛŞÊ ORGANÎZE DIKIN'

Taşdemîr diyar kir, piştî ku li Êlihê dest avêtin keça 14 salî ya bi navê G., ew ketin nava tevgerê, dest bi lêkolînê kirin û hîn bûn, ku 30 mêrên bi dewletê ve girêdayî ne dest avêtine keça 14 salî. Taşdemîr destnîşan kir, kku wan tespît kirine, bi van kesan re li Êlihê 'sektora fûhûşê' hatiye organîzekirin û got, "Xuya ye li Êlihê bi destê kesên ku ji aliyê aborî û polîtîk ve bandora xwe hene û bi AKP û dewletê ve girêdayî ne, bi rengekî rêk û pêk fûhûş tê organîzekirin. Tevî G. gelek jinên ciwan bi vî awayî bûn hedefa destavêtin û êrîşê." Taşdemîr anî ziman, li gorî agahiyên ku heta niha gihîştine ber destê wan, ev tecawizkar ji aliyê dadgehê ve tên parastin.

'DESTAVÊTIN YEK JI KIRYARÊN ŞERÊ TAYBET E'

Taşdemîr destnîşan kir, hovîtiya destavêtinê ya li Êlihê rû da, rêbazeke şerê taybet ê dewletê ye ku li Kurdistanê dimeşîne. Taşdemîr ragihand, bi vê yekê re hewl tê dayîn zext li civakê were kirin, civak bê tevizandin û dejenerekirin. Taşdemîr êrîşên destavêtinê ku li Mêrdînê li N.Ç. û li Sêrtê hatin kirin bibîr xist û got, weke tevgera jinê ew vê rewşê weke bûyereke ji rêzê nabînin.

Taşdemîr got, "Bêguman ev yek yekser bi polîtîkaya 'şerê taybet' a dewletê ve girêdayî ye. Her wiha me tespît kir, ku eleqeya xwe bi zîhniyeta serdest a mêr, bi nêzîkatiya vê zîhniyetê li bedena jinê û jinê heye." Taşdemîr destnîşan kir, ku ew ê teqez li dijî vê yekê heta dawiyê têbikoşin.

Taşdemîr anî ziman, ev yek pêkanînek şerê taybet e û diyar kir, li Kurdistanê bi şer re yên di destpêkê de bûn hedef jin û qada rêxistinî û azadiya jinê ye.

'ÊLIH BI TAYBETÎ HATIYE HILBIJARTIN'

Taşdemîr bibîr xist, ku dagirkeriya qeyûm û êrîşa li dijî saziyên jinan ewilî li Êlihê dest pê kir û got, "Bi vê pêvajoyê re dewletê xwest, hemû destketiyên jinan ji holê rake. Ev yek jî ji Êlihê dest pê kir, ku têkoşîna jinê û destketiyên wan li vir bi dest xistin. Ji bo karibe li hemû qadên bingehîn şerê xwe yê taybet li dijî civaka Kurdistanê bimeşîne, Êlih bi taybetî hilbijartiye."

Taşdemîr da zanîn, ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû der barê vê hovîtiya li Êlihê hê daxuyaniyek nedaye û got, "Ez meraq dikim, bê Soylû ku îdîa dike ew zarokên 14-15 salî diparêze û dibêje ew ê destûrê nede bûyerên bi vî rengî, der barê destavêtina li Êlihê çi dibêje? Wê li pêşberî vê bêdeng bimîne? Jin vê meraq dikin."

'EM LI BENDA HEMÛ JINAN E KU BÊN ÊLIH'

Taşdemîr anî ziman, wê bi pêşengiya TJA'yê sibe li dijî hovîtiya destavêtinê biçin Êlihê û got, "Em ê sibe li Êlihê nîşan bidin ku em ê şopdarên darizandinê bin û li dijî vê yekê têbikoşin. Em bang li hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin ku bi me re tevbigerin. Em ê bi hev re li dijî destavêtinê li ber xwe bidin."