‘Hişmendiya desthilat a mêr jinê qetil dike’

Jinên ku di panela şêwira ‘Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin’ axivîn anî ziman ku sîstema desthilat jinê qir dike û rê li ber mêr tê vekirin ku êrîşî jinê bike.

Şêwira jinên Kurd bi tevlîbûna jinên Kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ bi panela yekem dewam kir û jinên axivîn bal kişand ser qirkirin û tundiya sîstema hişmendiya desthilat û mêr a li ser jinan.

Endama Komele Serwa Nasir: Ji ber siyaseta rejîma Îranê rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê pir xirab e û rê li ber zewaca temenê biçûk vedike û rêjeya xwekuştinê zêdetir bûye.  Rêjeya tundutijiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye. Bi derûnî, fîzîkî û kuştinê êrîş li ser jinê tê kirin. Di sala 2021’ê de li Îranê 80 hezar û 178 jin tundî lê hatiye kirin. Her wiha li sala 2021’ê 791 zarok di temenê biçûk de hatine zewicandin.

Endama Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistan Şewbo Mistefa Eskerî: Rola jinan di nava çand û civakê de girîng e. Jin pêşengî ji civakê û çandê re dikin. Niha jin di nava çandê de bi reng û dengen cuda derdikeve ser dikê. Jin ji ber hişmendiya mêr û dîsa eşîrbûnê nikarin dengê xwe li ber tundiyê rake. Her wiha nebûna hiqûqek pêwîst a ji bo dijî tundiya jinê kiriye êrîş û zexta li ser jinê zêdetir bûye. Deng û helwestên ji bo sûcdar bên ceza kirin têrê nakin. Divê xwe rêxistin bikin û pêk ve dengê xwe derxînin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran:  Spasiya KNK’ê û Yekitiya Jinên Kurdistanê dikim û 8’ê Adarê li we tevan pîroz dikim. Zayendperest tim tundî li jinê kirine, azadî ji jinê girtine. Îro li cîhanê tevahî jin têdikoşin, li ber xwe didin. Sîstema AKP-MHP’ê li ser jina zilm dike, zextê dike, her maf jê hatiye girtin, naxwaze azad û serfiraz bijî. Di dema AKP’ê êrîş zêdetir bûye. Jinê dike hedef. Bi hişmendiya DAÎŞ’ê jinê qetil dike. Di sala 2021’ê  de 339 hatin qetilkirin û ji van jî 217 jin bi rengê guman keta qeydan. Ji serê salê heta niha  49 jin hatine qetilkirin. Lê hejmar zêdetir e. Bi vê dixwazin civakê bixin kontrol bikin. Desthilat saziyên jinê hatin girtin û bi hezaran jin hatin ji kar derxistin, hatin girtin. Bi zagonan mêrê ji girtîgehê derxistin û wan mêran jin qetil dikin, tundî lê dikirin. Dema korona êrîş zext zêdetir bûn, ti mekanîzme jinê neparast. Êrîşî hevalên me yên parlementer kirin. Jinên tevlî çalakiyan bûn tên girtin destgîrkirin. Sîstema mêr a desthilat destdirêjî weke rêbazeke şer tê kirin. Ji bo yên mafê jinê diparêzin 30 sal ji bo yên tecawizkar 10 sal ceza tê birîn.

Panel  bi nirxandin, pêşniyar û gotubêjan dewam dike.