Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jinek binçav kirin

Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî malekê operasyon kirin û jina bi navê Hetaw Ekremî binçav kirin.

HÊZÊN ÎRANÊ JINEK BINÇAV KIRIN

Binçavkirina çalakvanên siyasî û welatiyan ya ji aliyê dewleta Îranê ve dewam dike. Di rojên dawî de gelek kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeyek Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, roja Pênçşemê (30 Gulan-2024) hêzên Îranê li gundê Yengîce ya ser bi Bokanê avêtine ser malekê û jina bi navê Hetaw Ekremî binçav kirine.

Hat zanîn ku Hetaw Ekremî çend salin li Başûrê Kurdistanê niştecih bûye, lê di rojên borî de ji bo tevlî daweta kurê xwe bibe, serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribû.