Heyetek ji Swêdê serdana Meclîsa Jinan a HDP'ê kir
Heyetek Swêdî ji bo piştgiriyê serdana Meclîsa Jinan a HDP'ê kir.
Heyetek Swêdî ji bo piştgiriyê serdana Meclîsa Jinan a HDP'ê kir.
Cîgira Serokê Parlamenta Swêdê Lotta Johansson Fornarve, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling û rêveberê Forûma Çep a Navneteweyî (VIF) Jonas Kårling, li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP'ê serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kirin.
Heyet ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, endamên Koordînasyona Jinê ya HDP'ê Rojda Bedîa Akkaya û Latîfe Demîrcî Kahya ve hate pêşwazîkirin.
Bi navê heyeta Swêdê Lotta Johansson Fornarve axivî û agahiyên li ser têkoşîna jinan a li Swêdê parve kir. Fornarve bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan û bi taybetî diyar kirin ku ew dixwazin li ser têkoşîna jinên HDP'î bibin xwedî agahî.
Rojda Bedîa Akkaya jî diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û li ser karên xwe yên Meclîsa Jinan agahî da. Akkaya işaret bi girîngiya piştevaniya jinan a li dijî êrişên dawî yên li ser HDP'ê kir û diyar kir ku weke jinên HDP'î berpirsyariya wan zêde bûye.