Heyeta jinan berê xwe da Efrînê

Heyetek ji jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo destekê bide berxwedana Efrînê bi rê ket.

Heyeta jinan, ji bo piştgiriyê bide "Berxwedana Serdemê" ya li Efrînê, ji Silêmanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Heyet ji jinên Başûr, Bakur û Rojhilat pêk tê. Di nava heyetê de jinên ji malbatên şehîdan, RJAK, Yekîtiya Jinan, Tevgera Giran, Tevgera Azadî, aktîvîst û rojnamevan hene.

Dayik û bavê Başûr Soran jî di nava heyetê de ne ku Soran di "Berxwedana Serdemê" de şehîd bû.

Heyeta ku ji 25 jinan pêk tê, ji bo destekê bide "Berxwedana Serdemê" ya 44 roj in dewam dike û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Efrînê bi jinan pêşwazî bike, bi rê ket.

Jinan gotin, ev serdana wan a li Efrînê li ser bingeha yekîtiya neteweyî pêk tê, lewma gelekî girîng e.

Çav li rê ye heyet vê êvarê bigihêje deriyê sînor ê Pêşxabûr-Sêmalka û derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Heyet wê li Rojava ji aliyê nûnerên rêxistinên jinan ve bê pêşwazîkirin.