Hewldana Meclîsa Jinê ya HDK-Elmanyayê hat avakirin

Hewldana Meclîsa Jinê ya HDK-Elmanyayê, li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiya. Hewldanê biryar da li bajarên lê rêxistinbûyî ye meclîsên jinan ava bike.

28 jinên ji bajarên weke Koln, Stûttgart, Mannheîm, Hambûrg, Berlîn, Nurnberg, Dusseldorf û Munchenê li hev civiyan, Hewldana Meclîsa Jinê ya HDK-Elmanyayê ava kirin.

Di destpêka civînê de li ser xebatên HDP'ê û meclîsên bajaran agahî hatin dayin û kêmasiyên meclîsên bajaran ên di karê jinê de hatin nirxandin. Di civînê de her wiha li ser rê û rêbazên rêxistinbûnê hate rawestîn.

Di nîqaşê de hat destnîşankirin, ku divê xebatek ji qadên herêmî ber bi giştî ve, esas were girtin. Biryar hat dayîn, bi şêweyê Hewldana Meclîsa Gel a Jinê ya Bajêr kar bê destpêkirin.

Her wiha biryar hat girtin, ku ji bo rûniştina 4'ê Tîrmehê ya lêpirsîna li ser Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hin hewldan bê kirin. Di vê çarçoveyê de wê dosya radestî parlamenterên tevlî kampanya parlamenterên xwişk-bira bûne, bên kirin.