Hêvî Gabar li Berlînê hate bîranîn

Li paytexeta Elmanya Berlînê Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) hate bîranîn.

Hêvî Gabar di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Berlînê hat bibîr anîn.

Kurdistanî û dostên wê tevlî merasîma bîranînê ku ji aliyê Meclîsa Jin a Dest-Dan hatibû organîzekirin bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgrtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpêkir û helberstên şehîd Hêvî hatin xwendin.

Di axaftinên ku di merasîmê de hat kirin de hate gotin ku Hêvî Gabar fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek şêwazê jiyanê ji bo xwe esas girtibû. Her wiha hat diyarkirin ku Hêvî Gabar ji bo pêkanîna vê ya di her qada jiyanê de di nava têkoşîneke bê dawî de bû. Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ku Hêvî Gabar di dilê her kesê ku ew nasdikir de hêvî, heskirin û hêz û hêrsekî têkoşînê ya cuda hiştiye.

Bêrîtan Sarya jî ji bo merasîmê qeydek deng ya ku jiyana wê vedigot şand.

Piştî nîşandayîna sînevîzyonê merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.