‘Heta keda jinê bidin nîşandan em ê têbikoşin’

Remziye Guçlu ya HDP’î ku bal kişand ser pirsgirêkên nava malê ya jinan û got: “Em hewl didin li her derê li gel jinê cih bigirin. Heta keda jinê bidin nîşandan em ê têbikoşin.”

Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Madimakê Remziye Guçlu, têkildarî pirsgirêkên jinan nirxandin kir. Guçlu bal kişand ku li mal, kolan, cihê kar û li her derê şideta li ser jinê zêdetir bûye û got: “Em ji ber xwe ve nabêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn. Em jin ji dîrokê û vir ve li hember tinebûn têdikoşin. Peymana Stenbolê ji bo me ewqas girîng e.

Hişmendiya mêr a serwer a AKP-MHP’ê carekî din nîşanî me da ku bê ka jin ji bo wan çiqasî bê wate ye. Di sedsala 21’ê de hê jî em heman êşan dikişînin. Bi tinebûn, qetlîam, şidet û her cûre zext li ser me tê kirin. Peymana Stenbolê ji bo me hêvî ye. Erê dibe belkû şidetê ji temamî ji holê raneke, lê jêvegera wê jî ji bo me gîrng e.

‘HERÎ ZÊDE DIBIN MEXDÛRÊ ŞIDETA DERÛNÎ’

Guçlu diyar kir ku li herêmên ku lê dijîn herî zêde şidet li jinê tê kirin û li ser bûyerên ku şahidî jêre kirî jî wiha bilêv kir: “Şideta zayendî, derûnî û fîzîkî lê tê kirin. Em dixwazin li her derê li gel jinan bin. Li herêma Mamakê şidet li ser gelek jinan hene û ji me alîkarî xwestine. Herî zêde jî jinên Tirk tên. Şideta herî zêde jî lê tê kirin şideta derûnî ye.

Li gel vê jî jinên ku ji aliyê mêrê xwe ve tên xapandin, dîsa jinên ku bi zorê ji aliyê hevjînê xwe ve tên tecawîzkirin jî hene. Ji bo zarokên xwe ji ber pirsgirêkên aborî, yan jî ji ber hatine tehdîtkirin, dev ji hevjînê xwe naberdin. Weke partî dibe ku alîkariyeke me ya madî nebe, lê di warê menewî de ji her alî ve hewl didin li gel wan bin.

‘PARTIYA JINAN IN’

Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Madimakê Remziye Guçlu destnîşan kir ku HDP partiya jinan e got: “Birêvebirina têkoşîna bi rûmet a partiya xwe ji bo min pir bi wate ye. Heta keda jinê bidin nîşandan em ê têbikoşin.” Guçlu diyar kir ku ji ber şewba koronayê karê wan hinek hatiye astngkirin, wê piştî cejnê lez û bez bidin karê xwe.

Guçlû da xuyakirin ku wê di her mijarê de heta dawî li gel jinê be û wiha pêde çû: “Demê jinê herî zêde bi paqijiya nava malê, xwedîkirina zarokan û xwarin çêkirinê ve diçe. Em rêxistina navçeya Madimakê, çalakiyên cihê bikin. Em ê lihevkombûnên jinan û geştan lidar bixin. Em li rêxistina navçeya Madimakê 3 jin in û me 3 jinan gelek tiştên baş kirin, hê jî didomînin. Heta keda jinê bidin nîşanan wê têkoşîna me bidome.”