Herêma Alsace, xwedî li têkoşîna Leyla Guvenê derket

Herêma Alsace, xwedî li têkoşîna Leyla Guvenê derket

Herêma Alsace ya Fransayê bi merasîmeke fermî Şaredara Wêranşarê ya girtî Leyla Guvena BDP’yî xist kategoriya ‘Şexsiyetên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin’.

Di merasîmê de sekreterê Giştî yên Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland û Serokê Giştî yê Konseya Herêma Alsace, Philippe Richert axaftinek kir.

Richer di axaftina xwe de wiha got: “Em piştgiriyê didin Şaredara Wêranşarê Leyla Guven ku kurd e û li Tirkiyeyê şexsiyeteke siyasî ya ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne. Guven di sala 2009’an de di hilbijartinên herêmî de bi dengên gel hatiye hilbijartin û piştre jî weke endama heyeta Tikriyeyê ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (RXHKE) hatiye qebûlkirin. Guven tenê carekî tevlî runiştina RXHKE bû û piştre bi hinceta ku “têkiliya wê bi PKK’ê re heye”, di heman salê de hate girtin.

Richert destnîşan kir ku ew weke herêmê piştgiriyê didin têkoşîna wê ya demokrastiyê û diyar kir ku dê rewşa wê bişopînin û wiha got: “Tu hêza ku fikrên azad û demokrastîk rawestîne tune ye.”

PÊŞEROJA DEMOKRASIYÊ HEYE LÊ YA DÎKTORIYÊ TUNE!

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland li ser girîngiya têkoşîna demokrstiyê sekinî û wiha got: “Rayedarên dewletê û rêveberê siyasî divê vê fêm bikin; pêşeroja demokrasiyê heye lê ya dîktatoriyê tune!”

Herêma Alsace di çarçoveya Foruma Demokrasiyê ya Cîhanê de ku di navbera 5-11’ê cotmehê de tê organîzkirin pêşengî li vê xwedî derketinê kir.

Ev herêma Fransayê ji bilî Şaredara BDP’ê ya Wêranşarê Leyla Guven, rojnamegera Tûnisê Lîna Ben Mhennî ku li ser înternetê pêşengiya şoreşa Yasemîn kir, serokê komîsyona mafê mirovan Sîma Samar, parlamenterê muxalîf yê Bahreynê Îbrahîm Mattar jî tevlî vê hewldanê kir.