‘Her kêliya girtîgehê ji girtiya nexweş Hanîfe Aslan re xetereya jiyanî ye’

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît serdana girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan kir.

Girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan a tevî temênê xwe yê mezin û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê tê ragirtin, nayê berdan. Arslan a ev 19 meh in di girtîgehê de tê ragirtin nexweşa KOAH, mîde, û tansiyona bilind e. Parêzerên Arslanê her çiqas ji bo înfaza wê were taloqkirin serlêdanê bikin jî, serlêdan tên redkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku Arslanê bi kursiya biteker anîne hevdîtinê û wiha axivî: “Hanîfe Aslan di asta jor de nexweşa şekir, hipertansiyon, KOAH’ê ye û ji ber ava çokê wê ziha bûye, di meşê de zehmetiyê dikêşe. Arslan a divê were emeliyatkirin destnîşan kir ku ji ber di girtîgehê de baş lê nayê nêrîn, emeliyat nabe. Nikare bimeşe, xwe bişo tevî çûna destşokê, karûbarên xwe yên jiyanî bi alîkariya hevalên xwe pêktîne. Dema ku em bi Arslan re diaxivîn gelek caran bêhna wê çik dibû. Ji ber nexweşiya şekirê jî tim devê wê ziwa dibû.”

Sayyîgît, destnîşan kir ku ji ber temen û nexweşiyên wê xwarinên li girtîgehê ji bo Arslan dibin rîsk û wiha berdewam kir: "Ji ber nexweşiya şekirê nikare birinc û savarê bixwe. Hanîfe Arslan got ku 'Ez ji kantînê mast dikirim û nan û mast dixwim, carna şêwît û nan an jî nan û bexdanûsê dixwim'. Bi rastî jî rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e. Ez bi midurê girtîgehê re axivîm, diyar kirin ku ji aliyê xwarinan ve dê bibin alîkar. Her kêliya girtîgehê ji girtiya nexweş Hanîfe Aslan re xetereya jiyanî ye. Diyar kir ku dema dibin nexweşxaneyê an jî revîrê baş mûayene nakin. Rewşa wê ya tenduristiyê gelekî xerab e û divê di demekî kurt de bê berdan.”