Her cure êşkence li girtiyên jin ên li Wanê tê kirin!

Êşkenceya li ser girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê didome. Girtiyên jin ji bo ku bi porê wan neyên kişandin porên xwe qut kirin. Ji aliyê parêzeran ve jî hate pirşrastkirin ku girtî hatine derbkirin û êrîşên zayendî li ser hatine kirin.

Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi bûyerên êşkenceyê tê rojevê. Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Parêzer Sevda Aydin a ku bi jinên girtî yên rastî derpkirin û êşkenceyê hatine re hevdîtin kiriye destnîşan kir ku 25-30 jin girtî yên birîndar bûne ranekirine nexweşxaneyê û êrîşên zayendî jî li ser hinek jinan hatine kirin. Endamên Komisyona Girtîgehê ya Baroya Wanê ku xwestin li girtîgehê lêkolînê bikin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin.

'ŞOPÊN ÊŞKENCEYÊ LI SER LAŞÊ WAN ME DÎT'

Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku êşkence li ser serlêdana malbatan derketiye holê û got: "Roja bûyerê hevdîtina me ya bi muwekîlên me re li dij hiqûqê hat astengkirin. Roja din me bi hin muwekîlên xwe re hevdîtin kir. Li ser bedena hin muwekîlên me şopên êşkenceyê hebûn. Li gorî me agahî ji muwekîlên xwe girtin bûyer li ser kêfa rêveberiya girtîgehê derketiye. Ev hemû ewil li qawîşên jinan destpê dike û pişt re belavî qawîşên din jî dibe."

‘HEQARET, DERP Û ÊRÎŞA ZAYENDÎ’

Aydin diyar kir ku êrîşa fîzîkî û gotinên kirêt ji jinan re hatine kirine û wiha domand: "Jin ji qata jorê hatine derpkirin û bi erdê re kaşkirine xwarê. Nêzî 25-30 jin hatine birîndarkirin. Sewqa wan a nexweşxaneyê jî çênekirine. Beden û rûyê wan reş û şîn kirine. Jinan li dijî por girtina wan ku bi erdê re kaşkirin, porên xwe qut kirine." Aydin hişyariya wê her ku biçe êrîş û xetereya li girtîgehan zêde bibe kir.

BAV AFŞÎN: NAŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ

Bavê Saîme Afşîn a girtî Îhsan Afşîn destnîşan kir ku keça wî bi porê wê girtine û bi erde re kaşkirine û sewqa wê ya nexweşxaneyê jî nehatiye kirin. Bav Afşîn got ku di hevdîtina têlefonê ya dawî de keça wî ji wan re gotiye ku ceryan û av jî hatiye qûtkirin.

MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ ÊŞKENCE QEBÛL KIRIYE

Endamê Komîsyonê parêzer Cahît Kutluk jî got ku serokê baroya wan bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kiriye û midûrê girtîgehê êşkenceya li ser girtiyan qebûl kiriye.