'Her bajar kolan û tax wê bi têkoşîna jinê bixemile'
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn destnîşan kir, ku tecrîd û qirkirina jiNê wê bi têkoşîna jinan bên teşhîrkirin.
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn destnîşan kir, ku tecrîd û qirkirina jiNê wê bi têkoşîna jinan bên teşhîrkirin.
Tevgera Jinên Azad, bi dirûşma "Em ê pêşî li qirkirina jinan bigirin, jiyanê azad bikin, terîdê bişikînin" dest bi du kampanyayên cuda kir. Kampanya ku 3'ê Tebaxê hate destpêkirin li bajar, kolan û taxan dewam dike.
Hevşardara Artemetê Sevîl Rojbîn Çetîn kampanya nirxand. Rojbîn Çetîn diyar kir ku armanca kampanyayê ew e ku tecrîdê bi vîna jinê bişikînin û got, pêwîste her jinek di nava xebatên kampanyayê de cih bigire. Çetîn got, "Me îsal bi dirûşma 'Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin, tecrîdê bişikînin' dest bi kampanyayê kirin. Jinan bi kampanya 'Em ê tecrîdê bişkînin' careke din nîşanî herkesî dan ku birêz Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîdkirina jinê ye. Felsefeya birêz Ocalan, bi nîqaşên li ser jina azad pêşengitî ji jineke rêxistinkirî û jinên azad re kiriye. Bi vê kampanyayê re em peyamê didin ku azadiya birêz Ocalan azadiya jinan e. Bêguman ev tecrîd jî wê bi destê jinê bê şikandin."
LI HER DERÊ BEXWEDAN
Çetîn bal kişand ser kampanya 'Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin' û anîz iman ku armanca vê kampanyayê teşhîrkirina hişmendiya desthilatdaran e. Çetîn got, "Di salên dawî de qirkirina jinan zêdetir bû. Qadên jiyanê bi destê hikumetê li jinan hatin girtin. Dengê jinan çiqas bilind bibe hişmendiya desthilatdar ew qas har dibe. Ji bo ku dengê wan asteng bike wekî çareserî qirkirina jinan dibîne. Hişmendiya ku hebûna jinan hedef digire em ê bi berxwedanê wê têk bibin. Jin bi têkoşîna xwe wê hişmendiya desthilatdar ji holê rake. Em ê li her bajar, navçe, tax û kolanê berxwedanê geş bikin."