Her 8'ê Adarê hêviya azadiyê geştir dike

Va ye îro jî li Kurdistan û hemû cîhanê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana serdemê ve tê pêşwazîkirin, tê pîrozkirin. Ev jî nîşan dide ku coş û kelecana 8'ê Adarê, ruhê berxwedanê mora xwe li her serdemê dide û hêviya siberojên azad timî geş dike.

Sala 2015'an berxwedana jinên karker, ango roja 8'ê Adarê ya ku diyarî şehîdên jinên karker ên cîhanê hatiye kirin li her qadê bi kelecaneke pir mezin hatibû pêşwazîkirin. Têkoşîna azadiya jinê qirnek li pey xwe hiştibû. Di nava van sed salan de jinan yek kêlî jî gav ji berxwedan û têkoşîna azadiyê paşde neavêt. Her ku çû ev tekoşîn bi rêxistinbûneke bilind ve gerdûnî bû û êdî li her qadê, li her derê jinan ji bo azadiya xwe, ji bo xwebûna xwe serî hildan qêrîna serîhildana wan li her derê deng veda.

8'ê Adar Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her derê bi coş û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin. Lê pêşwaziya herî watedar li çiyayên Kurdistanê pêk hat. Bi sedan gerîlayên YJA Starê li hev civiyan û cejna xwe ya 8'ê Adarê li hevdû û li hemû jinên cîhanê pîroz kirin. Ev pîrozbahiya bêhempa di pêşengiya fermandara mezin Delal Amed û Azê Melazgirt de pêk hatibû. Bi rojan ji bo ku hêzên xwe yên YJA Starê li hev bicivînin, bi rengekî ku layîqê vê roja pîroz a 8'ê Adarê were heya dawî ked û hewldaneke mezin raber kirin.

Di vê pîrozbahiya ku bi merasîmeke leşkerî ve destpêkiribû fermandara YJA Starê Delal Amed peyamên gelek girîng dabûn û diyarkiribû ku ew li her derê bahara jinê dijîn.

Piştî vê merasîma leşkerî hemû gerîlayên YJA Starê di pêşengiya fermandarên xwe de wekî diyarî ji bo rêberê xwe birêz Ocalan û tevahî jinên têkoşer meşeke azadiyê ya bi heybet pêk anîn. Bi vê meşa mezin ve diyarkirin ku têkoşîna azadiya jinê li hemû qadan deng vedide. Hemû gerîlayên YJA Starê jî bi van hestan, bi coş û kelecaneke mezin bi dirûşmeya; "Jin Jiyan Azadî û Bê Serok Jiyan Nabe" mîna pêlên behrê mil bi mil meşiyan.

Ev pîrozbahiya ku di pêşengiya fermandarên mezin Delal Amed û Azê Malazgirt de pêk hatibû, cihê xwe yê giranbiha di rûpelên dîroka azadiya jinê de girt. Vê pîrozbahiyê peyamên pir girîng da hemû jinan û nîşan da ku azadî gelek nêzîk e…

Va ye îro jî li Kurdistan û hemû cîhanê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana serdemê ve tê pêşwazîkirin, tê pîrozkirin. Ev jî nîşan dide ku coş û kelecana 8'ê Adarê, ruhê berxwedanê mora xwe li her serdemê dide û hêviya siberojên azad timî geş dike.