Hejmara meha Tîrmehê ya Newaya Jinê derket

Rojnameya jinana a bi Newaya Jin bi naverokeke dewlemend hejmara xwe ya meha Tîrmehê weşand.

Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya 208’an weşand. Di vê hejmarê de li ser şoreşa Rojava, awayên şîddeta bi unîforma, têkoşîna li hemberî desthilatdariya ku dijminatiya jinan dike, mêtingerî û êrîşên dagirker, encamên Konferansa Meclîsa Jinan a HDP’ê ya 4’emîn, armancên înisîyatîfên NûN’ê, li girtîgehên Tirkiyeye berxwedana jinên Kurd jî tê de li ser sînemea, şano û hunerê jî hatiye sekinandin.

ŞOREŞA LIXWEVEGERÎNÊ

Hêja Zerya Şoreşa 19’ê Tîrmehê şîrove dike û diyar dike Şoreşa Rojava li ser axa Mezopotamyayê tê wateya şaxberdanê. Nîlufer Koç jî heman sernavî di rûpelên bi Kurdî de şîrove dike û balê dikişîne ser bandora gerdûnî ya şoreşê.

HILWEŞANDINA TORA ŞÎDDETA BI UNÎFORMA

Gonul Kaya jî li ser şîddeta mêrên bi unîforma yên li Kurdistan û dîroka dinyayê analîz dike. Kaya diyar dike ku leşker, polîs, cerdevan, gardiyan, notirvan, burokrat û meleyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk wekî xebaatkarên şerê li dijî jinan in. Kaya balê dibe ser vî tiştî ku AKP wekî makîneya qirkirinê ye.

GIRTÎGEHÊN MÊTINGERIYÊ Û BERXWEDANA JINAN

Akademîsyen Bêrîvan Kûtlay Sarikaya jî li ser berxwedana jinên polîtîk ên Kurdistan û gelek erdnîgariyên cihê lêkolîn kiriye û diyar dike ku jinên Kurd girtîgehên ji bo îmhakirina Kurdan veguherandine qadên berxwedanê. Kûtlay balê dikişîne ser berxwedana Sakîne Cansiz ku li hemberî faşîzma Esat Oktay a li girtîgeha Nimreya 5’an a Amedê stûyê xwe xwar nekiriye û ji ber faşîzmê danexwariye.

Nivîskara rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî li ser polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan dinirxîne û diyar dike ku rejîma Tirkiyeyê ya nû li her qadê wekî mêrantiyeke tijî şîddet û nîşandana hêzê derketiye holê. Ozsokmenler diyar dike divê têkoşîne yekgirtî û berfireh a îdeolojîk û polîtîk hebe.

FAŞÎZM NIKARE BI PÊŞ VE BIÇE

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê encamên Konferansa Asayî ya 4’emîn a Meclîsa Jinan a HDP’ê roportajek daye rojnameyê. Başaran pirsên Roza Metînayê bersivand û diyar dike ku li cihekî ku jin rexistinkirî bin wê faşîzm nikare bi pêş ve biçe.

Di hejmara nû de bi derhêner Jînda Asmen re jî roportajek hatiye kirin. Asmen derhêneriya belgefîlma ‘Nûjiyan’ kiribû û belgefîlm di 28’ê Gulanê de cara pêşîn li Şengalê hatibû nîşandan. Asmen diyar dike ku ew bi belgefilmê hewl dide qala Nûjiyan Erhan û Şengalê bike.

Rojnameger Fûsun Erdogan jî bi lîstikvana Tîyatro Îmgeyê Ayşenûr Demîr re li ser lîstika ‘Navê min’ axiviye. Ev lîstik wekî çîroka çar nifşên jinan e û xweparastina wan hatiye hûnandin.

ENCAMA ŞERÊ DAGIRKERAN

Bêrîtan Zagros jî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dinirxîne û balê dikişîne ser şirîkatiya PDK’ê ya bi mêtingeriya dewleta Tirk.

Rewşen Mehmûd qala xebatên ‘Înisiyatîfa Nûnê ya Azadî ji Ocalan re’ dike. Ev înisîyatîf di 4’ê Hezîranê de hatibû avakirin. Bermal Çem êrîşên li ser huner û hunermendên Kurdan şîrove dike û Munevver Azîzoglû jî encamên festîvalên jinan ên li Ewropayê ragihandiye.

Têkoşîna Axîn jî bi nivîsa ‘Tekane hêviya Kurdistanê, gerîlayên berxwedêr e’ qala berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Hejmara meha Tîrmehê li ser navnîşana newayajin.net  tê peydakirin.