Hejmara 256'an a Newaya Jin derket

Hejmara 256'an a Newaya Jin ku rojnameyeke mehane ye, bi manşeta "Silav ji wan kesan re ku ji xweliyên xwe ji nû ve afirîne" derket.

Di hejmara meha Adarê ya rojnameya Newaya Jin de cihekî berfireh ji berxwedana Efrînê re ku li dijî dagirkeriyê tê kirin, hatiye veqedandin.

Ji nivîskarên rojnameyê Zerya Gul, Efrînê weke bajarekî bedewî, hilberîner, berxwedêr û jin û mêrên xwe ji nû ve diafirînin bi nav dike û destnîşan dike ku jinên Efrînî pêşengiyê ji jinên cîhanê û ji meşa azadî, hêvî û rûmetê ya mirovahiyê re dikin.

Rojnamevan Medya Doz ku Berxwedana Serdemê li cih dişopîne, bi rêya dayika şervana YPJ'ê Barîn Kobanê dayika Zehra, qala wê dike.

Ji nivîskarên rojnameyê Rojda Yildirim qala Avesta Xabûr dike ku 27'ê Çileyê li Efrînê li dijî artêşa dagirker çalakiya fdayî kir.

Berfîn Zînê jî têkoşîna jinên şoreşger ku pêşengî ji berxwedana jinan a 2017'an re kirin dinirxîne û balê dikişîne ser ruhê berxwedanê.

Di hejmara dawî ya Newaya Jin de cih ji têkoşîna jinên kedkar re jî tê dayin ku bi Rewşa Awarte û Biryarnameyan re ji qada cemaweriyê hatine dûrxistin.

Rojnamevan Ronî Eylem, manîpulasyona medya navendî ya rejîma dîkta ya Erdogan vedibêje.

Rastiya zarokên kêmî 18 salî yên ducanî hatin hiştin û îstîsmarkirina zarokan, ji aliyê hiqûqnas Gulseren Yolerî ve hate nirxandin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma, karê Komîteya Jineolojiyê ya li Federasyona Bakurê Sûriyeyê nirxand.

Tevî gelek nivîskarên din, rûpelên Kurdî yên rojnameyê jî dewlemend e.

Di rûpelên Kurdî de nivîsa 'Berxwedana jinê ya serdemê" ya Rûmet Heval, 'Divê em Botanê bernedin' a Bêrîtan Wan, hevpeyvîna Sûna Tûnç a bi Necîbe Mehmûd re kiriye, potreya Zoya ya li dijî faşîzma Nazî li ber xwe da ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate amadekirin, nivîsên 'Şikesta li Kerkûkê li Efrînê tê ceribandin' a Bêrîtan Zagros û 'Rehikên dara zeytûnê' ya Zeynep Erdem hene.