Hejmara 14'an a kovara Xwebûnê derket

Hejmara 14'an a kovara jin ên ciwan Xwebûn derket. Kovara Xwebûn ku mijarên têkildarî çand û jinê tê de cih digirin, sê mehan carekê tê weşandin.

Mijara hejmara Tebax-Îlon-Cotmehê ya kovara Xwebûnê, çand û jin e. Komîteya Kovara Xwebûnê hejmara nû ya kovarê bi moraleke mezin weşand û ji bo hejmara nû jî dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" destnîşan kir. Komîteyê hejmara 14'an wiha nirxand:

"Ji berê ve ya ku çanda xwe diparêze, bi pêş dixe û jiyanê diafirîne, jin e. Nifş bi nifş çand ji aliyê jinê ve tê veguhaztin û wiha berdewam e. Ji ber ku ya nasnameya civakekê diafirîne, çand e. Ev dibe sedema ku mêrê desthilatdar jinê ji xwe re bike hedefa êrîşê.

Ji bo ku bikaribe civakeke bê çand, ya ku li gorî pergalê tevbigere ava bike, divê di serî de nasnameya civakê hilweşîne. Ji dema neolîtîkê ve heya îro pergal vê hişmendiya tunekirinê bi kar tîne. Bi taybetî gelek êrîş hatine serê çanda kurd. Wan dixwest zimanê me, rengên me, erf û edetên me û sitranên me qedexe bikin. Wan dixwest her rengekî kurdî reş bikin, qedexe bikin an jî veşêrin."

'CIVAKA BÊ ÇAND HÎN BI HÊSANÎ DIKARE BÊ KONTROLKIRIN'

Komîteya Kovara Xwebûnê bi bîr xist ku heta niha gelek caran hewl dane ku civakeke ji nasnameya xwe fedî dike û bûye xerîbê wê biafirînin û wiha dewam kir: "Li gorî pergalê divê civakeke bê çand û nasname wekî civakeke mirî û ji hev û din xerîb ava bibe. Ji bo ku dem bi dem çanda tecawuzê pêş bixe û bi taybetî jinê di wê çandê de biherimîne. Eger çand tunebûya em ê îro mirovên bê nasname bûna. Civakeke bê çand ji aliyê pergalê bi hêsanî dikare were kontrol kirin. Ne ziman, ne welat, ne erf û edet, ne xwarin û vexwarinên taybet, ne cil û berg ê hebûna em xwe pê bigirin. Lê ev hemû wek perçeyên piçûk bi hev ve ne û bi hev re dibin nasnameya me. Ji ber wê riya hevgiritina çanda me, berxwedan e. Çanda kurd wek Kurdistan bixwe dewlemend û rengîn e. Her cil û bergê kurdî em li xwe dikin, her dîlana em digirin, her zaraveyekî kurdî yê tê axaftin û sitrandin, hewldaneke berxwedanê ye. Berxwedana li hemberî bindestiya bi sed salan û bişaftinê. Bi taybetî ji bo me jinên ciwan jiyandina çanda me hewldaneke berxwedana şoreşgerî ye. Ji ber wê em dixwazin bi vê weşanê xwe bidin ber mijara çand û jin."

Naveroka hejmara 14'an a kovara Xwebûnê wiha ye:

Abdullah Ocalan
Feminism: Rebellion of the oldest colony- Part I
Civakek ku gihiştibe asta sazîbûn û wateyê
Çand û Dîrok
Kêliyên ku dem bi biwate dibe
Çand bi hebûnê, hebûn bi çande azad e
Die versteckte Geschichte im Dengbêj
Women and resistance
Hüterin der Sprache
Eine ungeschriebene Geschichte voller Widerstand
Govend ist Ausdruck des Widerstands
Kolonialismus in unseren Köpfen
Die staatliche Tradition
Kultur der freien Frauen
Şehîd
Şehîd Rûken Bîngol und şehîd Tijda Ekecîk
Amargî
Mutter Naturs Heilkräfte
Johanniskraut
Fîlmê tê pêşniyarakirin: Osama