HDP: Raperîna jinê ya li Rojhilat û Îranê raperîna me ye

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Ji Tehranê heta bi Rojhilat, raperîna jinê raperîna me ye."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Gunay di destpêka axaftina xwe de Jîna Mahsa Amînî bi bîr anî ku li Îranê hate qetilkirin û got, "Di serî de Jîna Mahsa Amînî û jinên Kurd ên ku piştre porê xwe kirin ala berxwedanê, jinên li ber xwe didin hemûyan silav dikim. Silav ji wan re yên ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' kirin dirûşma azadiyê ya sedsala 21'ê."

Gunay diyar kir ku rejîma Îranê jineke Kurd a 22 salî ji ber ku porê wê xuya dikir, bi êşkenceya polîsan qetil kir û wiha axivî: "Ev helwesta êrîşkar û faşîzan ne tenê ji aliyê rejîma Îranê ve tê kirin. Her kesên li ser vê xakê dijîn şahidê kiryarên bi vî rengî yên faşîzan e, mexdûrê wê ne. Jin û gelên Îranê ku ji destpêkê ve dibêjin Amînî ji aliyê polîsên exlaqê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, bi rojan e li kolanan e û berxwedana xwe bi çalakiyan mezin dikin. Di serî de paytext Tehranê û eyaleta Kurdistanê cihê jidayikbûna Amînî, li gelek deverên welêt rê li trafîkê girtin, dixwazin bûyera mirina Amînî bê ronîkirin û sûcdar bêne eşkerekirin."

'HER JINÊN KU HATINE QETILKIRIN, JI BO ME HINCETA RAPERÎNÊ YE'

Gunay li ser mijarê bi dewamî wiha axivî: "Mîna ku li Tirkiyeyê jî diqewime, ji ber kinc, porê xwe, ji ber berxwedana xwe ya li hemberî destavêtinê û nasnameya xwe ya polîtîk her sal bi dehan jin têne qetilkirin. Jinên Îranî careke din ji rejîma mola ya zordar a dijminê jinê re dibêjin êdî bes e! Jinên ku nerazîbûn nîşanî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dan û pêşengiyê ji çalakiyên şermezarkirinê re dikin, li dijî rejîma zordar careke din dengê xwe ji cîhanê re radigihînin. Li kolanên Tehranê jin bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' berxwedanê mezin dikin.

Bi navê HDP'ê ku partiyeke jinê ye û ji têkoşîna jinê ya bingehîn tê, em kuştina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî şermezar dikin û dibêjin ku her jin a tê qetilkirin ji bo me hinceta raperînê ye."

Gunay diyar kir ku ew kuştina jinan bi ti awayî qebûl nakin û got, "Em piştgiriyê didin raperîna jinê ku ji Tehranê, ji Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe. Raperîna we raperîna me ye.

Weke Meclîsa Jinê ya HDP'ê li her devera ku em lê ne, dibin dengê têkoşîna jinên Îranî. Jinên Tirkiyeyî yên bi êşa Amînî hesiyan, li pêşberî vê raperînê bêdeng neman. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ya hevpar a me hemûyan e. Ji ber ku em vî mejiyê dijminê jinan baş nas dikin û her roj dibînin. Em jin li dijî temamiya îdeolojiyên dijminê jinê ne, li dijî sîstemên bi serweriya mêr in ku bi desteserkirina mafên jinan hewl didin li ser piyan bimînin. Em ê hesabê kuştina jinan bipirsin.

Em ji vê derê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' dibin deng ji têkoşîna jinên Îranî re û berxwedana wan, çalakiyên wan silav dikin."