HDP: Divê Serap Mûtlû serbest were berdan

Meclîsa Jinan a HDP’ê bal kişand ser destgîrkirina Serap Mûtlû ya ku xwişka Mazlûm Dogan e û got ku, “Em ê jiyana li ser bingeha azadiyê jinê bi awayekî xurt ava bikin.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê destgîrkirina Serap Mûtlû ya ku xwişka Mazlûm Dogan e îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de Serap Mûtlû ya ku namzeta me ya Hevşaredariyê ya ji bo Depê ya bi ser Xarpêtê ye û xwişka Mazlûm Dogan e yê ku li zindana Amedê berxwedana têkoşînê ji me re mîrate hiştiye, duh hatiye destgîrkirin. Serap Mûtlû ji ber ku di cenazeyê dayîka xwe Kebîre Dogan de ji ber ku şala wê kesk û sor û zer bûye, bi îddîaya ku propagandaya rêxistinê kiriye, hatiye girtin.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hewl dide jin di qadên siyasî û civakî de cih negirin.Em Meclîsa Jinan a HDP’ê dibêjin ku em ê rê nedn faşîzma dewletê!

Li hemberî feraseta qeyyûm ê ku destkeftiyên jinan xesp dike, em ê jiyana li ser bingeha azadiya jinê bi awayekî xurt ava bikin.”