Jin li dijî tundiyê li Silêmaniyê meşiyan

Jinên li Silêmaniyê bi pêşengiya RJAK’ê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan û peyama têkoşînê dan.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanî, bi sedan jinên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li Silêmaniyê meşiyan.

Meş bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje’ ji Kolana Salim (Seholeke) destpê kir.

Meş piştî ku gihişt ber Baxê Giştî ji aliyê Haje Mihemed ve daxuyaniya RJAK’ê hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Heta ku hişmendiya namûsê, milk û nîjadperestî ji holê neyê rakirin, tundiya li ser jinê, derdor û her kesî ji holê ranabe.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ji bo xwe weke jin bibînin û bibin dengê azadiyê, divê em weke Jîna Emînî, Nagîhan, Rihan, Leyla Qasim û xwîşkên Mîrabel zilm û zordariyê qebûl nekin. Li xakê û di hemû civakê de divê em xwedî li vîna azadiyê derbikevin û ji bo azadiyê têbikoşin. Divê em ji qetilkirin û qirkirina jinan re, ji destavêtin û bazirganiya jinan giştî re bêjin na.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku ji bo têkoşîn û mafên xwe bibin yek û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Di nava partî, rêxistin, sazî û dezgehan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev re gavan bavêjin û li hember her êrîşeke li ser vê herêmê qirkirina jinan dike û hemû mijarên din helwestê nîşan bidin.”