Guven: Em gelekî nêzî serketinê ne

Gelek rêxistinên jinan ên li Stenbolê ji bo Leyla Guven li hev civiyan. Guven peyamek şand ji civînê re û got, "Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Em nêzî serketinê ne."

Jinên ku li dora dirûşma "Piştgiriya bi Leyla re, bibin dengê wê" li hev civiyan, îmzeyên ku ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven kom kirin, li oteleke li Taksîm a Stenbolê bi civîneke çapemeniyê ragihandin. Di destpêka civînê de peyama Leyla Guven a ji bo jinan hate xwendin.

PEYAMA GUVEN

Guven got, "Merheba ji we re jinên hêja, em di hefteya 8'ê Adarê de ne. 8'ê Adarê roja berxwedanê li jinan hemûyan û li we pîroz dikim. Ez pê bawerim ku her roja nû, her 8'ê Adareke nû wê bibin mizgîniya rojên azad. Di 8'ê Adarê de em ê daxwazên civakê li qadan bînin ziman. Em ê her roj berxwedanê mezin bikin û maf û hiqûqa jinan a li nava civakê derxînin asta herî bilind. Em ji vê yekê qet gumanan nakin. Rewşa bi sedan hevalên me yên li girtîgehan jî wiha ye. Di tevahiya dîrokê de ji bo xurtbûna demokrasî û azadiyê, ji bo jin karibin bigihêjin cihê ku mafê wê ye gelek çalakî bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin. Ez serbilind im ku pêşengiyê ji çalakiyeke wiha re dikim. Gelek nasnameyên min hene, ku min gelek ji wan bi xwe hilnebijart. Di gelek mijaran de min bi xwe biryar neda. Biryarên li ser jiyana min ne di destê min de bûn. Lê min bi xwe biryar da ku bibim femînîst. Min bi xwe biryar da ku çalakiyê bikim. Ez bi xwe li ser fikirîm û bi vî rengî min dest bi grevê kir. Hîn jî ji aliyê ruhî ve xwe baş dibînim. Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Min biryara xwe bi xwe da. Gelekî hêja ye ku hûn li hev kom bûne. Têkoşîna jinan gelekî watedar e. Jinên ku tên serdana min hîn bêhtir coş û kelecanê didin min. Ji ber vê yekê em dibêjin, eger jinek bi tenê şîdetê dibîne hingî jin hemû şîdetê dibînin. Dil û canên li hev kombûne hemûyan silav dikim. Em gelekî nêzî serketinê ne. Heval û hevrêyên hêja, ji ber vê yekê xwe bi şens dibînim. Bi hêvî me ku di 8'ê Adarê yên dema bê de em ê bi hev re bin. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku heval û hevrêyên we me. Di nava xêr û xweşiyê de bimînin."

Piştî peyama Guven, daxuyaniya hevpar a 525 jin û rêxistinên jinan ji aliyê nivîskar Ayşegul Devecîoglû ve hate xwendin.

'LEYLA GUVEN XWEDÎ LI JIYANÊ DERDIKEVE'

Di peyama hevpar de hate gotin, "Bihîstin û dengderxistin wê rê li ber jiyanê veke. Ji erdhejan tê bîra me ew dengê 'Kes li wir heye?' Ew deng dengê hewldana ji bo rizgarkirina jiyanê ye. Em hêvî dikin ku dengek derkeve. Ew jî dengê jiyanê ye. Leyla Guven li wir e, li Amedê ye. Ji bo xwedî li jiyanê derkeve di greva birçîbûnê de ye. Demeke dirêj li Tirkiyeyê di nava têkoşîna jinê de cih girt, hevşaredarî kir û bi rêjeya 71 ji sedî ya dengan li Colemêrgê bû parlamenter. Leyla Guven li wir e ku meşvana meşa dirêj a têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Tenê aştiyê dixwaze. Bi bedena xwe. Nabe ku em bêjin, me nebihîst, me nedît. Leyla Guven li wir e, li Amedê ye. Gelo ewqas mirin ne bes e, em ji mirinê newestiyan?"

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em jin jiyanê diparêzin û piştgiriyê didin Leyla."