Guven: Bihêvî me, bihêz im û bivîn im, ji ber ku mafdar im

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ya bi armanca balkişandina li ser tecrîda giran a li ser Ocalan di roja 16’an de ye. Guven bi telefonê bi keça xwe Sabîha Temîzkan re axivî û got; “Ez bihêvî me, bihêz im, bivîn im, ji ber ku mafdar im.”

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 16’an de didome.

Guven bi keça xwe Sabîha Temîzkan re bi rêya telefonê axivî û got ji ber têkoşîna mafdar e, coş û moralê wê bilinde.

Keça Guven Sahîba Temîzkan li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî hevdîtinê ev peyam parve kir;

“Di roja 16’an a greva birçîbûnê de, bi Dayika xwe #LeylaGuven re bi rêya telefonê axivîm. Got; “Bihêvî me, Ez bihêz im, bivîn im, ji ber ku mafdar im, coş û moralê xwe ji vir digrim. Ji hemû dost, rêhevalan re heskirinên wê hebû.”