Gundên jinan ên li Kenyayê li dijî serdestiya mêr ava bûne

Li nava civakên ku sîstema baviksalariyê lê serdest e û bi her rengî şîdet û destavêtin li jinê dibe, mînakên rêxistinbûna jiyana azad a jinan jî hene.

Li nava civakên ku sîstema baviksalariyê lê serdest e û bi her rengî şîdet û destavêtin li jinê dibe, mînakên rêxistinbûna jiyana azad a jinan jî hene. Gundê Ûmoja, ku salên 1990'î ji aliyê jinên mexdûrê destavêtinê li Kenyayê hate avakirin, piştre ji bo gelek gundên jinan bû mînak.

JI ALIYÊ JINÊN KU LEŞKERÊN ÎNGILÎZ DEST AVÊTINE WAN VE HATE AVAKIRIN

Leşkerên Îngilîz, di navbera salên 1965-2002'an de li Kenyayê tevlî gelek manewrayên leşkerî bûn. Derkete holê ku van leşkeran di nava 30 salan de dest avêtine bi sedan jinan. Jinan ancax sala 2003'an karîbûn dengê xwe bigihînin dadgeriyê. Beşek ji van jinan, ji sala 1990'î û pê ve biryar dan, ku ji xwe re wargehan ava bûn û li van wargehan tenê jin hebin û li mêran qedexe bin.

15 ji van jinan, sala 1990'î rêxistinbûnek bi navê Koma Jinê ya Ûmoja Ûaso ava kirin û hewl dan ji jinên ku bi zorê hatine zewicandin, jinên mexdûrê sineta jinê ne, li nava malbatgê şîdet li wan hatine kirin û mexdûrên destavêtinê ne, bibin alîkar. Endamên Koma Ûmoja, li Kenyayê ku 45 ji sedî yên jinên ji 15 heta 49 salî mexdûrên şîdeta fîzîkî û zayendî ne, bi biryar bûn ku bi ser van pirsgirêkên giran ve biçin.

Her ku vê komê karên serketî dikir, gefên li wan jî zêde dibûn. Li ser vê yekê komê ji neçarî biryar da ku dest bi rêxistinbûneke cuda bikin. Ûmoja di zimanê Swahîlî de tê wateya 'yekîti'yê.

LI BER MEJIYÊ 'JINEK TI CARÎ NKARE BI RÊ VE BIBE' RABÛN

Jinên ji gelê Sambûrû ku piraniya wan li herêmên navîn ên welêt dijîn, li ser vê yekê li Ûmoja'yê wargeheke ku tenê jin lê dijîn ava kirin. Gundê Jinê yê Ûmoja, ku bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Naîrobî ye, bêguman bi hêsanî ava nebû.

Sîstema baviksalariyê li nava gelê Sambûrû yê li dora vî gundî gelekî xurt e. Lewma hebûna van çend jinan ji bo wan bûbû sedema 'aciziyê'. Nêrîna 'Bi ti awayî ne rast e', 'Jinek ti carî nikare bibe rêveberek. Ev karê mêran e û wê timî bi vî rengî be' serdest bû.

JI NAVA CIVAKEKE KU JIN 'STU', MÊR JÎ 'SERÎ' BÛN, REVIYAN

Li gorî Nagûeî ku yek ji damezrînerên gund e, di zîhniyeta giştî ya gelê Sabûrû de jin weke 'stu', mêr jî weke 'serî' tên pênasekirin. Nagûeî ji malpera Jeûne Afrîqûe re axivî û got, "Eger mêrek rûniştî be, nabe ku jinek li ser piyan be. Nabe ku berî mêr biaxive. Eger hevserê wê bixwaze hevjîna xwe bikuje, dikare bikuje." Bi van gotinan cihê jinê yê li nava civakê eşkere kir.

Tê zanîn, ku hê jî 80 ji sedî di nava civaka Sambûrû de jin tên sinetkirin û ev jî bi tena serê xwe nîşan dide bê jin êşeke çawa dikişîne. Hikumeta Kenyayê sala 2011'an sinetkirina jinê qedexekirin, lê qedexeyê jî ev rastî neguherand.

Jinên ku hê jî li gundê Ûmojayê dijîn, ew jin ku salên 1990'î leşkerên Îngilîz dest avêtibûn wan. Jinên ku li malên xwe vegeriyan, vê carê bûn hedefa şîdeta hevser û malbatên xwe. Bi hinceta ku 'rûmeta wan gemarî bûye' li derveyî civakê hatin hiştin.

DESTÛR NEHATE DAYIN KU ERD JÎ BIKIRIN

Mêrên li herêmê bi rengekî tund li ber hewldana jinan a ji bo avakirina gundê xwe tevdigeriyan, derketin. Ji damezrînerên gund Rebecca Lolosolî, sala 2015'an ji The Gûardîan re axivî û anî ziman ku li Ûmojayê ji bo avakirina gundê xwe wan xwestine erdekî bikirin, lê mêran li wan dane.

Jin ji têkoşîna xwe venagerin û dikin ku otorîteyên Kenyayê Koma Jinê ya Ûmoja Ûosa weke kooperatîfekê nas bikin.

JI BO JINÊN MEXDÛR BÛ HÊVÎ

Ji bo jinên ku li dijî sîstema baviksalarî û pratîka dijminatiya wê ya li jinê derdikevin, gundê Ûmoja bû hêviyeke mezin. Tevî ku li welatekî mezin weke cihekî biçûk tê dîtin jî, ji bo jinên ji kabîleya Sambûrû yên bi zorê hatine zewicandin, şîdet û destavêtin li wan hatine kirin, bûye stargehek.

Li vî gundî, ji aliyê giştî ve mafê mêran nîne. Di destnîşankirina têkiliya bi mêran re jî jin azad in. Yanî mêr bi temamî li derve nayên hiştin û ev yek ji biryara şexsî ya jinê re tê hiştin.

Lê belê di nava 200 zarokên gun de, zarokên mêr ên gihîştine temenê ciwantiyê, ji wan tê xwestin ku li çareya serê xwe binerin.

Jin li vê derê jiyana xwe ya aboriyê bi rêxistin dikin. Ewilî bi dikanên xwe yên seyar ên garis û şekir lê difirotin, debara xwe dikirin. Lê belê piştre ji bo tûrîstên dihatin herêmê berhem çêkirin û firotin. Dûre bi rêya perwerdeyê kirin ku hê bêhtir tûrîst bên herêmê.

HIN GUNDÊN DIN JÎ AVA BÛN

Li Ûmojayê bi dehan jin jiyaneke bê mêr dijîn. Piştî wextekê hin ji jinên li vê derê çûn û gundên cuda ava kirin. Piştî çend salan, hin jinên ku digotin 'Li Ûmojayê rêveberiya demokratîk nîne', li cihên cuda gund ava kirin.

Ji bilî Ûmojayê, li herêmê 3 komunên cuda yên jinê ava bûne û li her yek ji van bi dehan jin dijîn.

LI GUNDÊ 'KÊFXWEŞIYÊ', BI ŞERTÊ KU 'LI GORÎ PÎVANAN TEVBIGERE' MÊR DIKARIN BIJÎN

Li komunên din ên hatine avakirin, têkiliyên jin-mêr bi awayekî din hatine destnîşankirin. Mînak, li gundê Nang'î ku tê wateya 'kêfxweşiyê', mêrên ku dixwazin bi hevserên xwe re bijîn, dikarin bijîn. Lê belê bi şertê ku 'li gorî pîvanên gund' tevbigerin.

Damezrînera Nang'î Rose dibêje, "Mêrd bixwazin dikarin vegerin. Lê bi şertê ku li gorî pîvanên me tevbigerin. Eger ez bixwazim heywanan biçêrînim, divê hevserê min li zarokan miqate be."

Mêrên qebûl kirine li gund bijîn, li gel nerîna li zarokan her wiha qebûl dikin ku gelek karên mîna çêkirina xwarinê yên di nava civakê de weke karê wan nayê dîtin, bikin.

Sala 1995'an ji aliyê jinên ji Ûmoja ve derketin Koma Jinê ya Nachamî ava bû û van jinan jî gundê xwe çêkirin.

Piştre hin jinên ji Nachamî derketin, sala 2011'an gundê bi navê 'Ûnîty' ava kirin. Karê sereke yê jinên li vê derê jî mafên jinan, tenduristya wan û perwerdeya zarokan e.

Xuya ye ev gundên li herêmê zextê li sîstema zordar dikin. Tevî beşdariya ji gundên li derdorê kêm jî be, ji bo jinên li malên xwe ne, di mijara zanekirinê de xwedî roleke girîng in.