Gulistan: Jiyana wekî Sara mirov ber bi azadiyê ve dibe

Yek ji fermandara Akademiyên Apollon a HPG’ê Amara Gulistan diyar kir ku jiyana wekî berxwedana Sakîne Cansiz wê serfiraziyê bi xwe re bîne.

Yek ji fermandara Akademiyên Apollon a HPG’ê Amara Gulistan tevlî bernameyeke Stêrk Tvyê bû û qala bîranînên xwe yên bi Sakîne Cansiz re kir.

‘JI DU XEYALÊN MIN YEK BÛ…’

Gulistan got “Dema ez hatim çîyayazn du xeyalên min ên mezin hebû. Dîtina Rêbertî û heval Sara. Dema qala heval Sara dibe, tişta ku tê bîra mirov berxwedan e.  Bêguman mirov nikare bi peyvekê qala heval Sara bike. Wê him xwe û him jî rêhevalên xwe ava kir. Di helwesta wê de bi hezaran jin hebû. Wê çanda xwedawendiyê dîsa vejand. Yek ji xeyala min a herî mezin ev bû ku ez wê carekê bibînim û hembêz bikim. Di sala 2011’an de dema ez ji girtîgehê derketim, hatibûm çîyayan. Her dem qala berxwedana heval Sara dihate kirin. Li zindanê yek ji hêza min a hêviyê bû. Dema ez hatim çiyayan, min fêm kir çiya tê wateya Sara, Sara jî tê wateya çiyayan.”

HEVDÎTINA PÊŞÎN

Gulistan qala hevdîtina xwe ya bi Sakîne Cansiz kir û got, “Şev bû, ji bo serdana hevalan em çûn qadeke din. Ji me re gotin ku heval hatin, yeko yeko me hev hembêz dikir. Herî dawîn hevaleke jin ez hişk hembêz kir. Min hîs kir û got ‘Ev teqez heval Sara ye’ Dema ronahî hatin vêketin ew li quncikekê rûniştibû. Yeko yeko li me dinihêrî. Li min nihêrî û got “Tu nû ji zindanê derketîyî.” Ez şaş bûm, ji ber ku ez nû ji zindanê derketibîm. Wê cara pêşîn ez dîtibûm. Dema min pirsî wê got, “Yên ji zindanê derketine, kesên ji zindanê derketine dikarin nas bikin.”Ew kêlîk ji bo min gelekî cihê bû. Çiqas êşa we hebûya, wê pak dikir. Ji bo hevalên di zindanan de li ser xwe bin, heval Sara yek ji sedema herî mezin bû. Beriya ku mirov biaxive, li tevgerên mirov dinihêrî û ew mirov fêm dikir. Nakokî, dijwarî û tiştên ku nehatine gotin wê zû fêm dikir. Di vî warî de siûda min heye. Min him ew hembêz kir, min him dengê wê bihîst û bîranîneke min bi wê re çêbû. Ji bo ku te fêm bike, ne hewce ye mirov bi saetan biaxive û bi rojan bi hev re bimîne. Dema bi mirov re diaxivî, wekî ku bi salan e, mirov hev nas dikir. Ji bo wê ferq nedikir ku mirov kîjan zimanî diaxive, ji kîjan dînî ye. Dema ku wê bi mirovan re sohbet dikir, bandora vê sohbetê dibe ku bi salan bidomiya. Sohbeteke biçûk a bi wê re, dihate wateya hîskirina azadiyê. Ez hê jî di bin bandora wê de me û di wê kêlîkê de dijîm.”

YEKBÛNA BI RÊBERTÎ RE

Gulîstan wiha domand; “Sekn û terzê ku Sara ava kirî bû taybetmendiyên Tevgera Azadiya Jinê. Ji ber ku hevrê Sara bûbû yekparebûna Rêbertî. Rêbertî li ku be hevrê Sara li wir bû, hevrê Sara li ku be Rêbertî li wir bû. Sekna Sara seknekî gerdûnî bûbû. Çanda berxwedanê ya Sara her ku belav bû weke çandekê lê hat. Îro jî jinên li ber xwe didin, parastinê dikin, bûne xwedî îrade û têkoşîna vêya didin hêza xwe ji çanda berxwedanê ya Sara digirin. Nêzikatiya hevrê Sara ya li beramberî jinê, hezkirina ji bo jinê û hîsê wê cûdatir bû. Her tim ya dihate qalkirin, jina azad ya ku xwedî gotin bi xwe bû. Yekem kesê ku xwedî li gotina Rêbertî “di her peywirê de, di her xebatê de di her qada jiyanê de rengê jinê, nas û divê bixwe bibe” hevrê Sara bû. Lêgerîna hevrê Sara ya ji bo azadiyê tu caran bi dawî nebû. Û ya ku ew anî vê astê jî lêgerîna bê navber ya ji bo azadiyê bû. Hinek tişt di hevrê Sara de tu caran bi dawî nedibû. Lêgerîna rêxistinkirina jinê, perwerdehiya jinê her tim hebû. LêgerÎna tevgera PKK’ê ya koma destpekê, tevlîbûna hevrê Sara ya ji bo komê re destpêka Têkoşîna Azadiya Jinê ye. Bi vê re Tevgera Jinê rûhê gerdûnî ava dike.

‘RÛYÊ DERSIMÊ YÊ SERÎ NETEWANDÎ’

Gelek bandoriya xaka Dersimê li ser hevrê Sara heye. Du rûyê Dersimê hene. Ya yekem yên qirkirin li ser hatî kirin, xwe nas nakin, rûyê din jî rûyê her tim li ber xwe dide, tu caran serî natewîne ye. Hevrê Sara rûyê Dersimê yê serî netewandî ye. Gelek bandoriyeke mezin ya Dersimê li ser karekter, şêwe û jiyana wê çêbûye. Berxwednaa li Zindana Amedê dayî nîşandan, sekna wê ya beweriyê, girêdanbûna bi hevrêyên xwe re, li pey çûyîna tişta pê bawer dikir û serketina wê yek ji taybetmendiyên wê ya herî girîng bû. Rewşa Dersimê jiyayî weke ‘Qeder’ nagre dest û her tim diçe ser. Her tim li pêşiya xwe temaşe dike û diçe encamê. Hevrê Sara nûnerê rûyê berxwedane û cewhera berxwedana ya Dersimê ku nayê dîtine. Ji Dersimê bigrin heta dîroka roja me ya îro hêza tolgirtinê ya hemû serhildanên hatine tepisandin e.

‘LI DIJÎ ZILMA LI GIRTÎGEHÊ DERKET’

Li girtîgehê xwestin mejiyê wê û dilê wê bigrin lê, wê li ber xwe da û bi azadiyê bersiv da. Hêza tolhilinê ya ji hemû sîstemên ku dixwestin mirovan bikin kole ye. Eger ev polîtîkaya tepisandê qebûl kirîba, Sara wê nebûya, eger mayîna di taritiyê de qebûl kirîba Sara ne dibû ji ber ku tama azadiyê girtibû, nefesa wê hîskiribû. Lêgerîna azadiyê tu caran ne rawestiya û girtîgeh jî , ji vê re nebû asteng. Li girtîgehê li beramberî hemû êşkenceyê hevrêyên xwe parast. Li cihê xwe ne disekinî, bi hêsaî qebûl ne dikir. Her ku zext zêde bû berxwedan mezin dibû. Ji bo hevrê Sara her der bûbû qada şer û berxwedanê. Girêdanbûna wê ya ji bo Rêbertî û hevrêyên wê her tim li ser lingan digirt. Çi dibe bila bibe bi teqez wê azadî biserbikeve.”

‘ISRARA DI TARZÊ WÊ DE DIBE AZADIYÊ’

Fermandara Akademiyên Apollon ya HPG’ê Amara Gulîstan herî dawî wiha got;

“Niha li çar parçeyên Kurdistanê dijmin êrîş dike. Li gel Sara gotina dawî tu caran nebû. Dema hevrê Sara hate qetilkirin dijmin xwest peyamekê bide me. Rêbertiya me vêya weke komployekê nirxand. Xwedîderketina i sekna hevrê Sara xwedîderketina li azadî û Rêbertiyê ye. Divê em vêya baş bizanin israra di berxwedanê de wê me bibe azadiyê. Îsrara di tarzê hevrê Sara û tarzê Rêbertiyê de wê me bibe azadiyê. Peyama herî mezin ya ku em biidin jiyankirina wekî Sara ye. Israra di Sara de israra di berxwedanê de ye, israra di berxwedanê de israra di azadiyê de ye.”