Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê: Em grevên birçîbûnê silav dikin

Elîf Yildiz li ser navê jinên PAJK’ê yên li Girtîgeha Gebzeyê diyar kir ku ew çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin û bal kişand ser vî tiştî ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin.

Elîf Yildiz li ser navê jinên PAJK’ê yên li Girtîgeha Gebzeyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin û bal kişand ser vî tiştî ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em di pêvajoyeke wisa derbas dibin ku li hember Kurdan êrîşên topyekun tên kirin. Di vê pêvajoyê de daxwazkirina azadiyê berdêlan dixwaze. Ji ber ku li ser erdnîgariya cîhanê cihê ku bê parvekirin tenê xaka Kurdistanê ye. Çavên hemû desthilatdariyan li ser parvekirina Kurdistanê ye. Îro tişta girîng ew e ku xeta Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye qebûlkirin û belav dibe. Ev jî zorê li sîstema kapîtalîst dike û wê ditirsîne. Ji bo vê jî tevahiya dewletan tecrîda li ser Rêbertiyê dibînin. Ji ber ku ev têcrîd erê kirine, bêdeng dimînin.

Jin û xortên Kurdan di sedsala 20 û 21’emîn de destana azadiya gelan bi berxwedaniya xwe neqişandine. Hemû cîhanê dît ku keç û xortên Kurdan pêşengiya demokrasî, azadî û aştiyê ji gelan re dikin. Îo gelê Kurd û dostên xwe bi şîara “Em ê tecrîda Îmrali bişkînin û faşîzmê têk bibin, Rêber Apo azad bikin' dest bi berxwedaniyeke dîrokî kirine. Ev çalakiya ku îro li hemû zindanan, li Hewlêr, Galler, Strasboûrg û tevahî cîhanê belav bûye, li hember desthilatdarî û faşîzma AKP-MHP'ê wê teqez bi ser bikeve.

Ez li ser navê jinên PAJK'î yên li zindana Gebzeyê, di şexsê Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş de tevahî hevalên çalakvan û berxwedana wan a dîrokî silav dikim. Em gelê Kurd ji bona Rêbertiya xwe vê berxwedanê mezintir bikin, tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nekin.

Em ji hemû gelê xwe re vê dibêjin: 'Li dora vê çalakiya pîroz bibin xelek û tecrîdê bişkînin.' Divê em bizanibin azadiya Rêbertiyê azadiya Kurdistan û hemû gelan e.”