Girtiyên jin yên li Girtîgeha Bakirkoyê ji malbatên xwe re name nivîsîn û xwest ku xwedî li berxwedana gireva birçîbûnê derbikivin û gotin, "Roj roja berxwedan û têkoşînê ye"
Girtiyên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê di 5'ê cotmehê de ji malbatên xwe re name nivîsîn û xwestin xwedî li berxwedanê derbikevin û têkoşînê bilind bikin. Di nameya girtiyên jin yên li Girtîgeha Bakirkoyê şandin de wiha hate gotin: "Bi salane li gel hemû zor û zehmetiyan bi fidekarî hun xwedî li zarokên xwe yên girtîgehan de derketin û têkoşîna xwe ya bi rûmet berdewam kirin. Dema ku me dest bi têkoşînê kir û di riya azadiyê de dest bi meşê kir me ji we hêz girt. Me bi hev re li hemberî zilma dewleta faşîst ber xwe da. Me serî netewat. Li hemberî tu îşkenceyê me paş ve gav nevatê. Tu rojan me negot 'Ah'"
'TÊKOŞÎNA KURD, TÊKOŞÎNEKÎ BÊ HEMPA DIDE'
Di nameyê de hate diyarkirin ku, herî zêde hikûmeta AKP'ê polîtîkayên zilmê pêk anîn û wiha hate gotin: "Nirxên me yên em bê bawer û mîrateyê berxwedanê yê ji me re ma weke meşaleyekê riya me ronî dike. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd doza di cîhanê de ya herî mafdare. Ligel şêniya me zêdeye dîsa jî zimanê me qedexe ye û em ji mafê perwerdehî û parastina zimanê zikmakî bêparin. Mafên me yên rêxistiniyê û siyasiyetê tên astengkirin. Ev yek şerma Tirkiyeyê ye. Li dijî vê yekê înkar, asîmîlasyon û zext in. Yanî faşîzme. Tehemûlê nîşanî cudahiyê di navbera mirov û civakê de nade. Ji ber ku li dijî dewlemendiya xwezayê û piralî ye. Ev yek ji bo hembûna wê gelek taloke ye. Ji avakirina komarê heta niha mirin, sirgûn û îşkence weke qeder ji me re hatin înyadkirin. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo dîroka kurdan biguher bi salan têkoşîn da. Gelê me bi salane li kolan, qadan û girtîgehan li hemberî mirinê berxwe dide. Her tim xwestin ku vê berxwedan bi zext û komkujiyan têk bibin. Bi vê armancê hikûmeta AKP'ê ya 10 salin li ser kar herî zêde polîtîkayên zilmê pêk anîn. Her tim di nav xapandinê de bû.
'ÊDÎ KURDÊ BÊ XAPANDIN TUNEYE'
Li hemberî hikûmeta AKP'ê kurdê bi hêsan bê xapandin tuneye. Em dê bi berxwedana topyekûn Erdoganê her tim bi gotinên nakokî diaxive çareser bikin. Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê jî di 24'ê îlonê de tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de destpê kir bûn. Îro 10 hevalên me 12 rojin di çalakiya gireva birçîbûnê de ne. Dê hejmara me zêde bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan li girtîgehan tenê çeka me bedenên me ne û em jî wê ji birçîbûnê û mirinê re radizînin.
'TENÊ DAXWAZA ME JI WE XWEDÎ LI TEKOŞÎNÊ DERKETIN Û BILINDKIRINA TEKOŞÎNÊ YE’
Ji malbat û gelê me tenê daxwazekî me heye. Di pêvajoya vê berxwedanê de bêtir xwedî derketin û bilindkirina têkoşînê ye. Em êdî dernavkevin hevdîtinên vekirî û girtî. Lê divê hûn li ber girtîgehan veneqetin û bibin deng û zimanê me. Em di nav hewildana ji têkoşîna we re layîk bibin. Em dixwazin hûn jî helwestekî rêxistinî nîşan bidin. Roj roja li malê rûnin nîne. Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Dibe ku dest û piyên me kelepçeyî bin lê ramanên me azad û vîna me bi hêze. Azadiya rêberê me û gelê me nêze. Heta dawiyê têkoşîn hate dawiyê berxwedan."