Girtiyên jin li dijî zextan ketin greva birçîbûnê

52 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê, li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê ya hişyarkirinê ya 5 rojan kirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê ya Mersînê, êşkenceya ku rêveberiya girtîgehê li girtiyan dike, roj bi roj giran dibe. Ji roja ev girtîgeh vebûye û vir ve, her roj bi êşkence û binpêkirina mafên mirovan ketiye rojevê.

52 jinên girtî yên li vê girtîgehê, ji bo hişyariyê bidin rêveberiya girtîgehê roja 8'ê Tebaxê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe, daxwazên xwe bi 12 xalan anîn ziman. Girtiyan gotin, piştî greva birçîbûnê ya 5 rojan ew ê hefteyekê li benda bicihhatina daxwazên xwe bisekinin û eger bi cih neyên anîn wê dest bi greva birçîbûnê ya bi dem û bi dorveger bikin.

DAXWAZÊN GIRTIYÊN ÇALAKGER

"*Di dema sewqê de yên êşkence kirine û yên ji bûyera lêdanê berpirsyar in bikevin ber lêpirsînê.

*Pêşnûme qanûna li ser kincê ji yek tîpî bê vekişandin.

*Girtiyên nexweş werin dermankirin û sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

*Lêgerînên li nava qewîşan ku di asta destdirêjiyê de tên kirin, bên qedandin.

*Di hevdîtinên girtî de, her kes neçar tê hiştin ku nûmara xwe ya T.C. bidin û bi vî rengî dikarin hevdîtinê bikin. Ev sîstemeke teknîkî ye. Divê dawî li vê sîstema teknîkî were anîn.

*Dawî li cezayê hucre û dîsîplînê were anîn.

*Nûnertiyên me yên ji du kesan bên qebûlkirin û rêveberiya girtîgehê li diyalogê vekirî be.

*Pêşî li aktîvîteyên sporê û hobî neyê girtin.

*Posta hundir û derve bê qebûlkirin.

*Di dema gilîkirina li dozgerî û wezaretê de pûlê nameyan tê xwestin. Pêşî li serlêdanan tê girtin. Daxwaznameyên me yên serlêdanê nayên dayin. Divê ev rewş ji holê bê rakirin.

*Bila şert û mercên fîzîkî yên li girtîgehê bên sererastkirin.

*Eşyayên şexsî tên desteserkirin. Eşyayên şexsî yên hatine desteserkirin li xwediyan bên vegerandin."