Girtiyên jin: Hemû mafên me ji me hatine standin

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Xarpêtê nameyek şandin û bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehê.

Zext û zordariya li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê li girtiyan tên kirin, roj bi roj zêde dibin. Yek ji girtîgehên ku zexteke giran lê heye Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Xaprêtê ye.

Girtiyên jin bi rêya parêzerên xwe nameyek şandin û qala binpêkirina mafên mirovan kirin. Jinan ragihandin ku mafên wan ên heta niha rewa bûn, ji nişka ve weke sûc hatine ragihandin û işaret bi pêkanînê kêfî yên rêveberiya girtîgehê kirin. Girtiyên jin gotin, "Norma hiqûqî ya gerdûnî ye ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê em di niha hatine tecrîdkirin. Pêkanînên li dijî mirovahiyê li me tên kirin. Girtîgeh veguheriye qada pirsgirêkan. Pêkanînên tên ferzkirin, bi awayekî vekirî mirovan teşwîq dikin ku bikevin pozîsyoneke dijber."

Girtiyan ragihandin ku rêveberiya girtîgehê ev du meh in li ser wan ferz dikin ku nasnameyê li ser xwe bigerînin û gotin, "Dixwazin me tevlî hiyerarşiya xwe bikin. Dixwazin sîstema leşkeriyê ya fermandayin-fermangirtinê bixin meriyetê. Rêveberî vê yekê li ser me ferz dike; 'eger personel te li korîdorê bibîne û pirsa 'mehkûm tu jî ye?' li te bike, tuyê nasnameya xwe nîşan bide. Em vî şertê nasnameyê weke pêkanînek li dijî mirovahiyê dibînin. Helwesteke ku rûmeta mirovan dişikîne. Exlaqî nîne. Ji ber ku em vê rewşê qebûl nakin, em ji hemû mafên xwe bêpar ahtine hiştin. Di nava du mehên dawî de hemû mafên me ji destê me girtine. Helwestên ku rûmeta mirovan dişikînin li me tên ferzkirin. Gotina 'hûn kûçik in' li dijî me bi kar tînin. Personelên mêr ên dikevin qewîşê, helwesteke derveyî exlaqê nîşan didin. Di dema serjimartinê de personelên mêr dikevin qewîşan û serjimartinê dikin. Dema ku em ji wan re dibêjin 'nabe ku personelên mêr bikevin qewîşa jinan', ew jî dibêjin 'hûn ne jin in, hûn mehkûm in'."

GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Ji ber ku hemû hewldanên me bê encam man û rêveberiya girtîgehê rêyên diyalogê girt, me dest bi greva birçîbûnê kir. Eger daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê greva birçîbûnê derxînin asteke bilindtir."