Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Girtiyên jin: Daxwaza Guven daxwaza me ye

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven a dîlgirtî û gotin, "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede."

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê dîl girtî ne, piştgirî dan greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye.

Peyama girtiyên jin wiha ye:

"Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.

Hevrêya me Leyla Guven a dilovan ku li zindana Amedê mîna me dîlgirtî ye, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan roja 7'ê Mijdarê biryar da dest bi berxwedana greva birçîbûnê bike.

Tecrîdkirina Birêz Ocalan, tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinan û polîtîkayên şer ji hev cuda nîne. Tifaqa AKP-MHP'ê ku di neçareseriyê de israr dike, ji bilî rijandina xwîn û rondikan tiştekî nade gelan. Têkoşîna azadiyê ya jinan li dijî vê tarîtiya tifaqa AKP-MHP'ê jehrkuja herî mezin e. Ev jehrkuj, serhildan û berxwedana jinan a li dijî zilmê ye.

Hevrêya me Leyla Guven bi biryardarî û berxwedana xwe li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî şer jî aştiyê diparêze. Leyla Guven ku emrê xwe daye têkoşîna azadiya jinê, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest bi berxwedana greva birçîbûnê kir. Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê em berxwedana wê silav dikin.

'JIN WÊ FAŞÎZMÊ BIQEDÎNIN'

Em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin ku li ber polîtîkayên şer ên di ser tecrîda li Îmraliyê re li ser gelan tê ferzkirin, rabûye.

Bi hêza xwe ya ji tecrûbeyên xwe yên berxwedana dîrokî, em ê timî li ber polîtîkayên tecrîdê rabin.

Ya ku faşîzmê biqedîne, têkoşîna azadiyê ya jinan û berxwedana jinan e.

Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.

Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan tavilê biqede."