Girtiyên jin: Bi xurtî xwedî li Meşa Demokrasiyê derkevin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê silav kirin û ji bo xwedîderketina li meşê bang kirin.

Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyeke hate weşandin û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, meşa HDP'ê jî hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eşkere ye ku gelê me yê li Bakur bi xurtî xwedî lê derdikeve û destekê dide. Ji ber ku ev meş ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo gelan e. Divê her kes bi xurtî xwedî lê derkeve û tevlî bibe. Dema ku demokrasî bi ser ket wê mirovahî bi ser bikeve. Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê em meşê silav dikin."

Girtiyan endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn jî bi bîr anîn û diyar kirin, "Kasim Engîn bi komployeke mezin şehîd bû. Em dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin."

Girtiyên jin, êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî şermezar kirin.

Her wiha piştgirî dan Zeynep Celaliyan a ku ji aliyê rejîma Îranê ve dîl hatiye girtin û ji bo kampanya ji bo Celaliyan banga piştgiriyê kirin.