Gerîlayên YJA-Starê li Midyadê bi ser qereqolê de girtin

Gerîlayên YJA-Starê li Midyadê bi ser qereqolê de girtin

Gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Midyada Mêrdînê bi ser qereqolekê de dgitin û di encamê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YJA Starê da zanîn ku gerîlayên wan li navçeya Midyad a Mêrdînê avêtine ser qereqolekê û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Navena Çapemeniya YJA-Starê der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di 19'ê Cotmehê de di saet 16.00'an de li navçeya Mîdyada Mêrdînê li dijî qereqola Kertwînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûneke demkurt jî qewimiye. Di encama vê çalakî û pevçûnan de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakliyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye. Herweha li herêmê ji aliyê balefirên keşfê xebatên keşfê bi dijwarî berdewam dike.”