Gerîlayên YJA Starê: Hevala Sara xeta serketinê ye

Bêrîvan Cûdî ku jineke Ereb a ji Şeddadê ye, anî ziman ku bi gotina 'Her kes ji çiyê dakeve jî divê jin qet danekevin' a Abdullah Ocalan û gotina 'Jiyana min timî bi têkoşînê bû' ya Sakîne Cansiz wê dest bi lêgerîna li azadiyê kiriye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi biryar û bi çalakiyên serketî yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi salê kirin. Gerîlayên YJA Starê Bêrîvan Cûdî û Rosîda Botan di salvegera 9'emîn a Komkujiya parîsê de ji ANF'ê re axivîn.

GOTINA 'JIYANA MIN HER TIM ŞER BÛ' BÛ SEDEMA TEVLÎBÛNA WÊ

Gerîlaya Ereb Bêrîvan Cudî diyar kir ku ji nêrîn û jiyana şehîd Sakîne Cansiz (Sara) Sara pir bandor bûye û hîn bêhtir xwestiye bê çiyayên Kurdistanê. Gerîla Bêrîvan Cûdî anî ziman ku gotina 'Jiyana min her tim şer bû' bû sedem ku bikeve nav alêgerîneke mezin û wiha dewam kir, "Ez ji Şeddadê me û Ereb im. Dema ku min heval nas kir, ketim nava lêgerînê. Wê demê herî zêde gotina Serokatî ya 'Herkes ji çiyê dakevin jî bila jin ti carî ji çiyê danekevin' û gotina hevala Sara ya ku digot 'Jiyana min her tim şer bû' pir bala min kişand. Û bi vî awayî min berê xwe da çiya. Min pir meraq dikir ku çawa jiyana mirovekê her tim dibe şer. An jî ev tenê gotinekî bû. Ji ber vê her tim min ji hevalan pirs dikir û bi demê re zêdetir hêza min a dahûrandinê pêş ket. Dema ku min hevala Sara dixwend min zanî ku ew bi xwe kesayeteke berxwedêr e û şerekî mezin ava kiriye. Ji ber vê 'Jiyana min her tim şer bû' ji bo min jî gelek tişt bi xwe re anî. Min bi xwe şerekî mezin bi xwe re meşand. Însan çiqasî bi xwe re şer bike dikare serketinên mezin ava bike û hêza xwe nas bike, bi vî awayî ji derdora xwe re jî bibe hêz. Ji bo em bigihîn asta jin a azad divê em jiyana hevala Sara mînak bigrin û ji felsefeya jiyana azad bawer bikin. Eger hewldana mirov çêbibe dikare wek hevala Sara bi îdda jiyan bike. Pê re jî ji bo civakê dikare bibe hêza çareseriyê. Di xeta hevala Sara de bi îddayek mezin em ê bigihîjin azadiya jinan. Dibe ku fizîkî ne di nava me de ye lê belê ruh û fikrê wê her tim bi me re jiyan dike."

'DIJMIN NEKARÎ PÊŞÎ LI BEXWEDANA WÊ YA BI HEYBET BIGIRE'

Rosîda Botan di nava refên YJA Starê de tevlî pêngavên şoreşgerî ya gerîlayan bûye û heta niha jî cihê xwe di çeperên şer ên Cenga Xabûrê de digre. Gerîla Rosîda diyar kir ku jiyana şehîd Sara di têkoşîna wan de her tim rêya rast nîşan dide û wiha dewam kir, "Sekna hevala Sara ya li hember dijmin di heman demê de li nava civakê ji bo me mînak e. Ev di rastiyê de sekna jina azad e. Em di wê hewldanê de ne ku sekn û berxwedana wê di kesayeta xwe de ava bikin. Girêdanbûna wê ya li hember Serokatî û jiyana wê bandoreke pir mezin li mirov dike. Heta wek jineke berxwedêr bi sekn û helwesta xwe li ser dijmin jî bandora xwe çêkir. Dijmin nedikarî pêşî li berxwedan û sekna wê ya bi hêz bigre, ji ber vê yekê herî dawî qetlîamekî bi vî awayî pêk anî.

Em wek gerîlayên YJA Starê hewl didin ku kesayeta hevala Sara di xwe de ava bikin. Ked û têkoşîna ku hevala Sara di nava rêxistinê de ava kir pir mezin e. Bi taybetî  ji bo pêşxistina hevalên xwe xwedî kedeke mezin bû. Pirtûkên xwe yên ku li pey xwe hişt dibe bingeha guhertina me jî. Her ku em jiyana heval Sara dixwînin gaveke din nêzî azadiyê dibin, ji ber ku fêrî şerekî rast, têkoşîneke bi heybet dibin.

Şerê me yê vê pêvajoyê şerê hebûn û tinebûnê ye. Dijmin jî di ferqa hêza gerîla de ye. Ji ber ku herî dawî bêçare man serî rêbazên bêexlaq dan, li ber çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî bikar anîn. Ji ber vê careke din bi wesîleya salvegera şehadeta hevala Sara em soz didin ku tola hevalên xwe yên ku di nava berxwedanên bi heybet de şehîd bûne hemûyan ji dijmin rabikin. Wê têkoşîna me ji her demê cudatir, bihêztir be û em ê bi ser bikevin."