Gerîlayên YJA Starê banga têkoşînê li hemû jinan kirin

Gerîlayên YJA Starê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û 8'ê Adarê nirxandin û destnîşan kirin ku wê bi berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pêşwazî bikin.

Gerîlayên YJA Starê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji ANF'ê re nirxandin.

Çîgdem Tolhildan bal kişand ser êrîşên giran ên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan û destnîşan kir ku jinên rêxistinbûyî jî li hemberî van êrîşan bi xurtî li ber xwe didin.

Tolhildan diyar kir, her ku têkoşîna jinê mezin dibe êrîşên desthilatdariya AKP'ê jî zêde dibin û anî ziman ku êrîşar li ser Efrînê mînaka berbiçav a vê yekê ye. Tolhildan got, "Li Efrînê bi pêşengiya jinê li dijî zîhniyeta faşîst şer tê kirin. AKP ji jinên rêxistinbûyî yên li wir ditirse. Lê belê berxwedana jinê ya li wir roj bi roj mezintir dibe."

'ZÎHNIYETA SERDEST A MÊR WÊ TÊK BIÇE'

Destîna Botan jî destnîşan ki rku li pêşberî berxwedana dayikên Kurd ên li Efrînê zîhniyeta serdestiya mêr mehkûm e ku têk biçe û got, "Ez 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê yên Cîhanê li Rêber Apo, hemû jinên berxwedêr, bi taybetî jinên li Efrînê li ber xwe didin pîroz dikim. Girîng e li gelemperiya Kurdistanê têkoşîn û berxwedana jinê bê mezinkirin. Li ser vê bingehê bang li ciwanên Kurdistanê dikim ku berê xwe bidin rêya azadiyê."

'ÇIYA CIH Û WARÊ JINAN E'

Avzem Ronî jî destnîşan kir ku cihê herî bedew ê ku jin li dijî faşîzmê lê li ber xwe bidin çiya ne û got, "Bi dîtina min divê jin hemû kelecana çiyê, kelecana azadiyê bijîn. Bi wesîleya 8'ê Adarê bi taybetî bang li jinên ciwan ên li Kurdistanê dikim. Bila hovîtiya dewleta Tirk bibînin û li dijî vê hovîtiyê şer bikin. Ji bo vê jî bila tevlî nava refên PKK'ê bibin."

'BERXWEDANA EFRÎNÊ BI PÊŞENGIYA JINÊ MEZIN DIBE'

Zozan Bêşebab ragihand, berxwedana jinên Kurd ji hemû cîhanê re bûye mînak û got, "Berxwedana Efrînê bi pêşengiya jinan mezin dibe. Ev berxwedana ku li dijî zîhniyeta mêr tê dayin, wê bi azadiyê bi ser bikeve. Weke gerîlayên YJA Starê em ê berxwednaa xwe li vir mezintir bikin û bidomînin. Bi dîtina min divê jin hemû 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana Efrînê mezin bikin."