Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rengê Sara têdikoşin

Gerîlaya bi navê Sara Cûdî, piştî ku pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Divê çawa bê jiyîn’ xwend, tevlî gerîla bû. Piştî ku pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Her tim Ceng bû jiyana min’ xwend, navê xwe kir Sara. 

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwedî li bîranîna Sakîne Cansiz derdikevin ku yek ji kadroyên sazkar a PKK’ê û şoreşgera jin a efsanewî bû. Cansiz a ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê bi hevrêyên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hatî şehîdxistin, jiyana wê ya şoreşgerî hê di temenê wê yê ciwantiyê de li Dersimê dest pê dike, li metropolên Tirkiyeyê didome; piştî wê li zindana Amedê didome. Cansiz, vê meşa xwe ya têkoşîn û cenga jiyanê ya dûv û dirêj, di pirtûka bi navê “Tim ceng bû jiyana min” de berhev kir û ev jî ji bo hevrê û şopdarên wê weke çavkaniyeke çanda ceng û berxwedanê li pey xwe hişt. Îro bi dehan Sara di nav refên Tevgera azadiyê de li ser şopa Sakîne Cansizê dimeşin.

NAVÊ SAKÎNE CANSIZ LI XWE KIR

Gerîlaya YJA STAR’ê Sara Cûdî, piştî ku pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘divê çawa bê jiyîn’ xwend, tevlî PKK û PAJK’ê bûye navê pêşenga Şoreşger a Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz girtiye. Gerîla Sara wiha qala serpêhatiya xwe dike: "Dema destpêkê tevlî Partiyê bûm, navê min Cûdî bû. Ji bo ez weke jinekê li nav xwezayê û li çiyê bûm min bi wê hestiyarî û dilsoziyê ji bo bi xwezayê re bibim yek min navê xwe danîbû Cûdî. Dema min pirtûka hevala Sara ya ‘Tim ceng bû jiyana min’ xwend, li hevalên bi wê re mayî guhdar kirin, dîsa dema min li bername û vîdeoyên hevala Sara temeşe kirin, min xwest navê wê bigirim. Lewma hevala Sara giyan û berxwedaneke mezin e. Min xwest di giyan û hişê xwe de wê bijîm. Dibe ku rabûna bi navê wê zehmet be, giran be; ji bo wê dema min navê wê girtî ez gelek li ser fikirîm ka bigirim an negirim. Lê belê ez gihiştim wê encamê; min ji xwe bawer kir ku ez ê vî navî rakim û min ji xwe bawer kir."

'ŞERÊ SEREKE ŞERÊ HIŞMENDIYÊ YE'

Gerîla Cûdî balê dikişîne ser berxwedana şoreşgera efsanewî Sakîne Cansiz û wiha dibêje: "Gotina wê ya dibêje ‘ligel Tim ceng bû jiyana min’ lêgerîna min jî cenga min jî azadî bû, ez ber bi lêhûbûneke kûr ve birim. Heval Sara bi têkoşîna xwe nîşanî me dide ku jinek ne bi tenê fîzîkî şer dike, şerê sereke di warê hişmendiyê de dide. Ez bi xwe bi hevala Sara re nemam lê belê dema min pirtûka wê xwend, min hevrêtiya wê, têkoşîna wê ya li dijî pergala zilamê serdest, vîna wê ya têkoşînê, berxwedana wê ya li Zindana Amedê, bi van çawa dîrokeke bi heybet a berxwedanê nivîsiye dîtin. Ew, ji bo min di nava tariya zindanê de bû stêrkeke ronahî. Ez bawer im ku bi girtina navê hevala Sara ez layiqê wê bibim, jiyanê bi rengê wê bihonim."

'EZ LI XWE DIGERIYAM...'

Cûdî, lêgerîna naskirina xwe û bi gihaştina wê re jî civakîbûna derketî holê wiha vedibêje: "Hevala Sara, her tim li gorî rêgez û pîvanên Rêbertiyê têkoşîna xwe meşand. Ez jî di nav wê lêgerînê de me ku bibim layiqê hevala Sara. Ez bi vê lêgerînê rastiya xwe ferq dikim. Her ku ez xwe ferq dikim, ez civakîbûna xwe ferq dikim û fêm dikim ku zanebûna min zêdetir dibe. Ez dibînim ku di hişmendiya min de zelalbûnek pêk tê. Ev bêtir min qahîm dike, bi hêz dike. Ez vê bi hemû hebûna xwe ve hîs dikim."

'PIŞTÎ ŞOREŞÊ EZ GULISTANEKÊ DIXWAZIM'

"Heke hevala Sara niha li vir bûya, min ê weke jinekê hestên wê yên herî kûr û van hestan çawa diherîne nava jiyanê, sekna wê ya bihêz jê bipirsiya. Hevala Sara digot, dema şoreş çêbe ez gulistanekê dixwazim. Gotiye ku bi gulan jiyan bedew dibe. Çiqas xweş gotiye. Min ê jê bipirsiya ka vê nêzikatiya xwe ya bi xwezayê re bi çi giyanê lê dinêre bipirsiya."

Gerîla Sara Cûdî bi bîr xist ku Gulnaz Karataş (Bêrîtan) digot, "Gotina 'Yê/a şer dike azad dibe, yê/a azad dibe bedew dibe, yê/a bedew dibe tê hezkirin' herî zêde li Sakîne Cansiz tê" û got, "Ev gotin herî zêde li hevala Sara tê. Lewma azwerî, ceng, evîn û dilsozî û girêdana wê ya rêgez û pîvanên Rêbertiyê re diyar e. Ez ê hewl bidim ku bi rakirina navê hevala Sara, cenga wê ya dayî û spehiya çiyayê Cûdî di kesayetiya xwe de biafirînim. Ez ê her tim bi hewldaneke mezin di nav têkoşîna wê de bim."