Gerîlaya YJA Starê: Hevala Sara ji bo me efsaneyeke zindî ye
Gerîlaya YJA Starê Arîn Agir diyar kir, yek ji pêşengên destpêkê yên jin ên PKK'ê Sakîne Cansiz, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat kuştin, pêşenga têkoşîna jina Kurd e.
Gerîlaya YJA Starê Arîn Agir diyar kir, yek ji pêşengên destpêkê yên jin ên PKK'ê Sakîne Cansiz, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat kuştin, pêşenga têkoşîna jina Kurd e.
Agir bal kişand ser berxwedana Cansiz a li zîndanê û got, "Hevala Sara wê her tim di dilê me de bijî. Ew ji bo me efsaneyeke zindî ye, em ê wê ti carî ji bîr nekin."
'DI TÊKOŞÎNA DIJÎ SÎSTEMA MALBATÊ YA FEODAL DE BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABÛ'
Arîn Agir, di têkoşîna jinê ya dijî sîstema feodal de, rola pêşengiyê ya Cansiz (Sara) bibîr xist. Arîn Agir axaftina xwe bi zimanê Elmanî kir: "Ez dixwazim têkildarî hevala Sara çend gotinan bêjim. Heval Sara yek ji jinên destpêkê bû di nava tevgerê de cih girt. Ji bo jinên li azadiyê digerin, ji bo jinên li dijî neheqiya sîstema feodal an jî dewletê tevdigerin, bi roja pêşengiyê rabû. Ji bo jinên ku sîstema dewletê û malbata feodal qebûl nekir, têkoşîna azadiyê meşand."
'HEVALA SARA SERÊ XWE LI BER DIJMIN NETEWAND'
Gerîlaya YJA Starê bal kişand ser berxwedana Cansiz a li Zîndana Amedê ku serî li ber dijmin netewand û wiha dewam kir: "Hevala Sara jineke gelekî wêrek û bêtirs bû. Di pirtûkên xwe de jî destnîşan dike ku divê mirov, bi taybetî jin serê xwe li ber neheqiyê netewîne. Qala Zîndana Amedê dike, ku dewlet, dijmin bi çi rengî bi rengekî ne normal û li dijî mirovahiyê tevdigere û wê jî bi çi rengî bi wêrekî li dijî dijmin li ber xwe daye.
Hevala Sara serê xwe li ber dijmin netewand; nehişt ku dijmin wê di rewşeke perîşaniyê de bibîne; nehişt ku dijmin lawaziyan derxîne holê û wê bi kar bîne. Tevî barbarî û hovîtiya herî mezin jî, carekê nekir qîrînî."
'JI BO ME EFSANEYEKE ZINDÎ YE'
Arîn Agir da xuyakirin ku Cansiz rêya azadiyê ji bo jinên Kurd vekiriye û wê ji niha û pê ve jî di têkoşîna wan de her hebe. Arîn Agir got, "Mirov dikarin vê bêjin: Hevala Sara rêya azadiyê li hemû jinan vekir. Ji bo jinên li Ewropa û Kurdistanê bi rola pêşengiyê rabû. Jinan dane ser şopa Hevala Sara.
Hevala Sara wê her tim di dilê me de bijî. Ew ji bo me efsaneyeke zindî ye, em ê wê ti carî ji bîr nekin."