‘Gelê Başûrê Kurdistanê bi şewitandina baregeha Sîrî peyamek da dewleta Tirk’

Îro gelê Başûrê Kurdistanê bi şewitandina baregeha Sîrî ya dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Şêladizê ya bajarokê Amediyê ya Dihokê peyamek eşkere daye dewleta Tirk û. Gel diyar dike ku “Bi sebra me neleyzin, em ê baregehên we bi erdê re bikin yek.”

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan (24 Çile) bombe li herêma Reşewa ya Dêralokê barand û di encamê de 4 welatiyên sivîl yên Şêladizê û 2 welatiyên gundê Etûtî navçeya Zapê şehîd bûn. Ev ne êrîşa destpêkê ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî sivîlan e û dewleta Tirk li herêmê gelek caran komkujiyên sivîlan pêk aniye.

Bi armanca nerazîbûnê welatiyên Şêladiz û Dêrelokê ji duh ve hewl didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan şermezar bikin, lê hêzên ewlehiyê yên herêmê destûr neda û pêşiya gel girt. Lê îro piştî nîvro gel benda polîsan şikand û ber bi baregeha Sîrî ya dewleta Tirk a li navçeya Şêladizê ya bajarokê Amedî ya Dihokê ve meşiyan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî dema welatî çûn li pêşiya baregehê, leşkerên dewleta Tirk a dagirkerker welatiyên sivîl guleberan kir û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn. Li aliyê din hêzên Tirk gaza Fîrmêsk bikar anî lê ev jî li pêşiya gel nebû asteng. Gel çûn nav avahiya baregehê û amûrê leşkerî şewitandin.

Li aliyê din hate ragihandin ku di dema xwepêşandanê de 2 leşkerên Tirk ketin destê xwepêşandaran û piştî lêdanê radestî hêzên pêşmergeyan hatine kirin.

Welatiyan li baregeha leşkerî ya Tirk bi dehan wesayîtên leşkerî şewitandin û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin. Heta amadekirina vê nûçeyê jî balafirên şer ên dewlet a Tirk li ser asîmanên herêmê difirin. Li aliyê din gelek hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin ji bo ku xwepêşandina welatiyan kontrol bikin.

Baregeha Sîrî ya leşkerî ya dewlet aTirk sala 1995 li navçeya Şêladiz a bajarokê Amedî ya Dihokê hate avakirin. Ev baregeh yek ji baregehên herî girîng yê dewleta Tirk e di nava xaka Başûrê Kurdistanê de. Dewleta Tirk bi vê baregehê herêma Avaşîn, Zap û herêma Barzan kontrol dike. Li aliyê din weke navenda sîxûrtiyê ya dezgeha Tirk MÎT’ê tê bikaranîn.